DYA û Japonya wê hevkariya xwe ya li dijî Koreya Bakur zêde bikin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Japoyayê ragihandin, ku "li dijî gefên" Koreya Bakur ew ê hevkariya xwe ya parastinê zêde bikin.

Piştî ku Koreya Bakur moşekên xwe yên balîstîk, ku di navbera parzemînan de dikarin bên bikaranîn ceriband, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Japonya û Koreya Başûr daxuyaniyên tund dan.

Tevî gotinên tund ên Serokê DYA'yê Donald Trûmp, ji wezaretên karên derve û parastinê di nava hefteyê de daxuyaniyên ku tansiyonê kêm dike, hatin dayin.

Lê belê, li gel vê yekê jî DYA û Japonyayê ragihandin ku wê hevkariya xwe ya li dijî Koreya Bakur zêde bikin.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Itsûnorî Onodera, piştî ku bi hempîşeyê xwe yê DYA'yî re rûnişt daxuyaniyke da û diyar kir, ku di mijara 'zêdekirina zexta' li ser Koreya Bakur û 'xurtkirina kapasîteya hevkariyê' de wan li hev kirine.

Wezîrên karên derve û parastinê yên her du welatan, li Washîngtonê li hev civiyan û destnîşan kirin, ku ji bo 'xebateke berfireh' a li dijî Koreya Bakur wan ji aliyê fikrî ve li hev kirine.

Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattîs jî dabû xuyakirin, ku hewldanên diyalogê yên têkildarî Koreya Bakur, 'dema manîdar be' hingî pêkan e.