DYA li Polonya wê baregeha mayinde ava bike

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand li Polonyayê ku li dijî Rûsya hevalbendê girîng e, biryardar in ku baregeheke leşkerî ya mayinde ava bikin.

Daxuyanî Seroke DYA'yê Donald Trûmp da, ku li Qesra  Spî bi Serokkomarê Polonyayê Andrjez Duda re hev dîtibû.

Trûmp got xebatên wan ên bi mebesta ku li Polonyayê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê avav bikin 'pir cidî' ye û got, ''Em bi rengekî pir cidî li vê hûr dibin.''

Trûmp got Polonya hazir e ku ji bo ku li welatê wan leşkerên Amerîka hebin kedeke mezin bidin û got, ''Heke (Polonî) hazir bin, em dikarin li ser vê mijarê biaxivin.'

Serokkomare Polonya Duda jî bang kir ku DYA zêdetir leşekr bişîne welatê wî. Duda li daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar got, ''Hêvî dikim ku hûn biryarê bidin ku zêdetir yekîneyên leşkeran û tîman bişînin.''

Duda got ew dikarin navê 'Fort Trûmp'  li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Polonyayê bikin.

Tê payin, heke DYA li Polonya baregeheke leşkerî ya mayinde ava bike Rûsya helwesteke mezin nîşan bide.  Tenê bi însîyatîva Amerîkayê avakirina baregeke wiha û ji ber sedema ku Polonya jî endamê NATO'yê ye, tê payin NATO jî helwestekê nîşan bide.

Li gel Polonyayê endamên dî yên NATO'yê Letonya, Esyonya û Lîtvanya ji berê ve il hev nakin û ji bo vê jî têkiliyê wan ên zêde yên bi welatên Rojava re Moskowê aciz dike. Beriya niha jî li dijî tetbîqata leşkerî ya NATO'yê ya li Ewropaya Rojhilat Rûsyayê helwesteke tund nîşan dabû.