DYA ji bo alîkariya aborî ya ji bo Koreya Bakur amade ye!

Tê payîn ku di navbera lîderên DYA û Koreya Bakur de 12’ê Hezîranê hevdîtinek pêk were, DYA’yê ragihand ku ew amade ne alîkariya bi şert ji bo Pyongyang re bikin.

Ji ber ceribandina bernameya nukleerê û moşekan Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp têkildarî lîderê Koreya Bakur Kîm Jongûn daxuyaniyên tund dabû, Trûmp wê 12’ê Hezîranê bi lîderê komunîst re bicive.

Çavê hemû cîhanê li hevdîtina di navbera herdu welatan de ye, li aliyê din jî di aliyê alîkariya aborî de soz hate dayîn. Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo di hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Koreya Başûr Kang Kyûng-wha re daxuyanî da  û got ger Koreya Bakur bi lez ji nukleerê vekişe, ew  amade ne ku alîkariya aborî bikin.

Pompeo alîkariya aborî weke şert danî û got ‘ji bo tevdîrên cesûr’ bê girtin, Pompeo têkildarî kîjan alîkarî wê bê kirin agahiyek zelal neda.

Pompeo beriya bi wezîrê Koreya Başur re bicive, bi Serokê Dewletê yê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn re hevdîtin pêk anîbû. Ev hevdîtin weke amadekariya hevdîtina li Sîngapûr a di navbera Donald Trûmp û Kîm Jong-ûn de ku wê 12’ê Hezîranê pêk were, hate diyarkirin.