Du şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan

Şervanên YBŞ’ê Amed Kawyan û Bawer Şengal di encama teqîna mayinên çeteyan de jiyana xwe ji dest dan.

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî şervanên ku jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Amed Kawyan û Bawer Şengal 21.07.2017’an li gundê Sikiniyê dema ku li ser peywira xwe bûn, bi teqîna mayina ku çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê berê bi cih kiribûn şehîd bûn."

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) wiha ye:

"Şehîdên me bi berdêlên giran kirine ku em heta vê demê werin. Her şehîd bûye ew ronahî ku em bi rengekî xurtir bi têkoşîna azadiyê ve werin girêdan. Her hevrêyê me yê şehîd ku ji bo xeyala mirov a li ser jiyaneke azad pêk bînin bi lehengî şer dikin û şehîd dibin, careke dî nîşan dane bê ka têkoşîna me çendî biheq e. Bi dehan şehîdên ku di vê rêkê de me dane nîşanî me dane ku divê jiyana azad çawa be.

Hevalê me Amed şervanekî hêja yê gelê Kurdistanê bû ku lehengiyên mezin kiribûn. Heval Amed di demeke wiha de, ku dema çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker û faşîst bi ser Şengalê de komkujî anîn, bê dudiliyekê tevlî nav refên YBŞ’ê bûye û ji fermanê ta roja ku şehîd bûye di hemû peywirên şoreşger de peywira xwe bi cih aniye. Hevalê Amed yek ji fermandarê me yê hêja bû ku di nav YBŞ’ê de cihê xwe girtiye. Hêz û enerjiya xwe daye gelê me yê ku bi hezkirina azadiyê ketiye. Hevrê Amed bi pratîkbûna xwe ya jiyanê, bi fedekarî û dilnizmiya xwe bûye xwedî helwesteke mirov bihesiliyê. Kena jidil a hevrê Amed û kelecaniya wî ya ji bo jiyanê her demê ji bo hevrêyên wî bûye moral û motîvasyon. Êşên gelê me yê Êzîdî tim di dilê xwe de hîs kiriye. Li dijî dijmin kîn û hêrsa xwe tim zindî hiştiye û ji fermanê heta niha di hemû peywirdan de bi çalakî bi rista pêşengiyê rabûye. Heval Amed şêwaz û rengê şoreşgerî di karekterê xwe de bi cih kiriye û di heman demê de berpirsyariyên mezin daye ser milê xwe, nîşan daye ku ji bo siberojê ew ê bibe lehengekî mezin.

Hevrê Bawer jî dema ku ferman û komkûjiya Şengalê pêk hat tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Heval Bawer ji malbateke welatparêz bû û ji malbata wî gelek kes jî di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe digrin. Ji bo fermaneke din neyê ser gelê me yê Êzidî heval Bawer bi awayekî çalak di nav têkoşînê de cihê xwe girt. Hevrê Bawer ji bo ku bibe bersiva mezin a fermana Şengalê bi xwesteka xwe ya dildarî tevlî karê xwe dibû. Ew bi xwe bûye şahîdê fermana Şengalê û weke ciwanekî Ezidî jî her erka ku dikete ser milê wî pêk dianî. Di jiyana xwe de parvekirin esas bû û hezkirina wî ya hevaltiyê di nav hevalên wî de bûbû minakek.

Di şexsê her du hevrêyên me yên qehreman Amed û Bawer de em car din hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza dilsoziya bi şehîdan didin. Şehîdên me ji bo têkoşîna azadiyê bê dudilî  divê çawa bê jiyîn car din nîşanî me dane. Bersiva herî mezin a ji bo ku em layiqê şehîdên xwe bibin ew e ku mirov jiyaneke azad û demokratîk ava bike.

Nasnav: Amed Kawyan
Nav paşnav: Mehmet Mendanlioglu
Dem û cihê jidayikbûnê: 1994/ Riha Wêranşar
Dem û cihê şehadetê: 21.07.2017/Sikiniyê

Nasnav: Bawer Şengal
Nav paşnav: Enver Xêro Xidir Mirza
Dem û cihê jidayikbûnê: 1997/Gohbel
Dema tevlîbûnê: 08.11.2015/Gohbel
Dem û cihê şehadetê: 21.07.2017/Sikiniyê