Drîan: Jinên DAÎŞ’î şervan û dijminê Fransayê ne!

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan têkildarî vegerandina jinên DAÎŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê girtî daxuyanî da û got; “Vegerandin wê nebe.”

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji rojnameya xwecihî Oûest-France re axivî û bersiv da zextên ku ji aliyê hinek parêzeran ve ji bo vegera DAÎŞ’iyan.

Jean-Yves Le Drîan got; “Ev jin ‘şervan in’ û divê mûameleyek wiha li gel wan were kirin. Drîan wiha domand; “Ev jin şervan in û milîtanên cîhadê ne. Divê ev jin jî muamaleyekî wiha bibînin.”

Wezîr Le Drîna got serî de helwesta Fransa vekiriye û got; “Vegerandin wê nebe”. Le Drîan bi domdarî got; “Welatiyên Fransayê yên ku di nava refên DAÎŞ’ê der şer kirin, li dijî Fransayê şer kirin. Ev dijminên me ne. Serî de Iraq û Sûriyeye ji di nav de li cihê ku sûc kirine divê werin darizandin. Ev gotinên min ji bo zilam û jinan jî lê ye. Ji ber ku yên salên 2014,15 û 16’an de ji bo şer çûne Sûriyeyê.”

Li gorî Wezareta Navxweyî ya Fransyê ji malbatên welatiyên Fransayê nêzî 500 zarok li Iraq û Sûriyeyê ne. Hate diyarkirin ku ji vana 100 kes sala 2015’an vegeriyan û hinek ji mirin. Nêzî 200 û 300 kesên mayî jî hate ragihandin ku ne diya re li ku derê ne.