Drama koçberên li Gûatemalayê dewam dike

Drama bi hezaran koçberên ji Hondûrasê ber bi DYE'yê bi rê ketin dewam dike.

Qefleya ji 9 hezar kesî ku ji bajarê San Pedro Sûla yê Hondûrasê bi rê ket, şeva Înê û sibeha Şemiyê gihîştin Gûatemalayê ku li ser sînor e. Koçber bi qasî 50 kîlometreyî derbasî aliyê din ê sînor bûn, lê roja Yekşemê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Vado Hondo ve hatibûn rawestandin.

HEZAR JÊ HATIN DERSÎNORKIRIN; BI HEZARAN LI NAVA WELÊT BELAV BÛN

Li hezaran kesên ji bo xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rê ketin, tundiya ku polîsên Gûatemalayê li wan kir, nîşaneya drama wan e. Li gel şewba Covîd-19 bi hezaran kes bi rê ketin. Herî kêm hezar ji wan ji Hondûrasê hatin vegerandin.

Koçberan nuqteyê ngirîng ên rêyên Gûatemalayê girtin. 4 hezar ji koçberên navborî li bajarê Vado Hondoyê bi şev li derve ma. Bi sedan jê zarok nêzî hezar û 500 kes jî li nava welêt belav bûne.

Rayedarên Gûatemalayê diyar kirin ku di nava koçberên hatine girtin de testa Covîd-19 li hin ji wan pozîtîf e, lewma astengiyên xwe dewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li karawana koçberan herî kêm 21 kes di vê rewşê de ne.

Ji ber karawana koçberan li Meksîkayê jî herî kêm 600 polîsên sînor hatin wezîfedarkirin. Meksîka piştî Gûatmalayê rawestgeha dawî ya xwegihandina DYE'yê ye.

Li Hondûrasê ku nifûsa xwe 9 milyon kes e, mirov bi hincetên aboriyê welatê xwe diterikînin. Li Hondûrasê her wiha çalakiyên tundiyê yên mafya çete û narkotîkê jî zêde ne.