Doza PKK'ê li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê hate kirin

Doza ku ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ ya Yekîtiya Ewrûpayê derkeve ya li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê hatibû vekirin, duh hate kirin. Tê payîn ku biryar heta 6-9 mehan were dayîn.

Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ ya Yekîtiya Ewrûpayê derkeve li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya li Luksembûrgê doz hatibû vekirin. Tê payîn ku ji 6 mehan heta 9 mehan biryar were dayîn. Heyeta dadgehê diyar kir ku “Dema mirov deh salên dawîn binihêre, PKK çalakiyeke ‘terorê’ nekiriye, lê çima tê israrkirin ku ew di vê lîsteyê de hebe”. Parêzerên parastinê yên PKK’ê jî gotin “Dadgeh erênî derbas bû, dibe ku biryar betal bibe.”

PKK ji sala 2002’an û vir ve di ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye. Lîste her şeş mehan carekê nû dibe, li ser navê rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan ji aliyê buroya hiqûqê ya Prakken d’Olîveîre ya Hollandayê îtîraz li lîsteyê hatibû kirin û li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê doz hatibû vekirin. Doza ku di 1’ê Gulana 2014’an de hatibû vekirin, piştî têkoşîna hiqûqê ya 4 salan duh hate kirin.

Rûniştin duh sibehê li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê hate kirin û li ser navê rêveberên PKK’ê parêzer Marîeke Van Eîk û Tamara Brûma parastin kirin. Konseya Yekîtiya Ewrûpayê, Komîsyona Ewrûpayê, Îngîltere û Fransa jî ji bo ku PKK di lîsteyê de bimîne, mudaxilî dozê bûn.

ÎDDÎA BÊBINGEH IN

Parêzeran li vê derê diyar kirin ku tiştên tên jiyîn ne ‘çalakiyên terorîst’ in, ‘şer’e û ji ber şer hin windahî tên kirin. Parêzeran diyar kirin ku li ser daxwaza Tirkiyeyê PKK ketiye ve lîsteyê û nêzî 70 sûcdariyên ku tên kirin jî bêyî ku werin lêkolîn hatine kirin û ev sûcdarî a niha tenê îddîa ne.

PKK LI GORÎ QAÎDEYÊN ŞER TEVGERIYA

Parêzeran diyar kirin ku hin qetlîamên bi destê dewletê hatine kirin xistinê stûyê PKK’ê. Parêzeran gotin ku, “Ligel ku PKK hin bûyeran şermezar dike jî, wekî ku PKK kiriye tê kirin. Dema em li qetlîamên li ser sivîlan dinihêrin, tê dîtin ku dixwazin zextan li PKK’ê bikin.” Parêzeran diyar kirin ku PKK li gorî qaîdeyên navneteweyî yên şer tevdigere û li dijî qaîdeyan şer nekiriye.

Piştî parastina parêzerên rêveberên PKK’ê Konseya Ewrûpayê û rayedarên Komîsyona Ewrûpayê axivîn. Herdu saziyan diyar kirin ku çalakiyên PKK’ê didome û divê di ‘lîsteya terorê’ de bimîne. Fransa û Îngîltereyê bal kişand ser vî tiştî ku divê PKK di ‘lîsteya terorê’ de bimîne.

ISRARA DI LÎSTEYÊ DE ÇI YE?

Piştî parastinan heyeta dadgehê pirs ji parêzerên her du aliyan re kirin. Heyeta dadgehê ji parêzerên aliya ku dixwaze PKK di lîsteyê de bimîne re pirsî “Ev deh sal in PKK çalakiyeke ‘terorê’ nekiriye, gelo çima hûn israr dikin ku PKK di vê lîsteyê de bimîne?” Hate dîtin ku parêzarên aliya ku dixwaze PKK di vê lîsteyê de bimîne, nekarîne bersivê bidin û ji ser çalakiyên berê xwestin parastinê bikin.

Parêzerên rêveberên PKK’ê jî diyar kir ku PKK di çalakiyên xwe de hêzên leşkerî dike hedef û ne rast e ku mirov çalakiyên di navbera hêzên leşkerî de bi têgeha terorîzmê rave bike. Parêzeran diyar kirin ku, “PKK ji ber ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike, nabe ku ew jî ‘rêxistina terorê’ be. Divê heyeta dadgehê vî tiştî li ber çavan bigire.”

PARÊZER: DADGEH ERÊNÎ DERBAS BÛ

Piştî dozê parêzer Marîeke Van Eîk û Tamara Brûma gotin ku, “Dadgeh erênî derbas bû. Hemû argumanên me hatin nîqaşkirin. Ji bo ku biryareke baş were wergirtin me nîqaşeke baş kir. Li gorî me piştî rûniştinê ew ê du biryar betal bibin. Yek jê biryara ku di sala 2014’an de PKK ketiye lîsteyê ya di jî biryara ku şerên leşkerî dibe çalakiyên terorî. Li gorî me, dadgerên dozê wisa nafikirin û li dijî Konseya Ewrûpayê fikrek pêşkêş kirin.”

PKK LI HEMBERÎ SIVÎLAN HESAS E

Parêzeran gotin ku, “Me ji dadgehê got ku PKK li hemberî sivîlan gelekî hesas e û di vî warî de tevdîran werdigire. Dibe ku carinan hin kêmasî çêdibin, lê li ser şexsekî/ê mirov nikare rêxistinekê gişî sûcdar bike. Jixwe PKK bi xwe jî kesên li dijî sivîlan ne hesas e, ceza li wan dibire.”

DIVÊ DEWLETA EWRÛPAYÊ LI GORÎ BIRYARAN TEVBIGERE

Parêzeran diyar kirin ku heke biryareke erênî derkeve ew ê ev tişt rê li ber encamên girîng jî veke. Dibe ku hemû biryarên piştî sala 2014’an jî betal bibin. Mafên kesên mexdûr werin îadekirin.

Tê payîn ku ji 6 mehan heta 9 mehan ew ê Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê di vê meseleyê de biryara xwe bide.

JÊDERK:OZGUR POLÎTÎKA