'Divê hikumeta Iraqê di mijara avê de zextê li Tirkiyeyê bike'

Parlamenterê Bloka Ehlî Wast daxuyaniyek da û bang li gelê Iraqê kir ku malên Tirkiyeyê boykot bike û di mijara dosyaya avê de jî divê hikûmet zextê li Tirkiye-Îranê bike.

Parlamenterê Bloka Ehl-î Wast Kerîm El Saray li Parlementoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Kêmkirina avê ya ji aliyê welatên cîran ên Iraqê û bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve bi qasî ziyanê digihîne hemû xelkê Iraqê hemwext ziyanê dide, derdor, mirov û rê li ber xeteriya jiyana civakî, mirovî û aborî vedike.”

Saray anî ziman ku divê dosyaya avê ji aliyê hikûmeta heyî ve berî her tiştî û bi lezgîn bibe yek ji dosyayên neteweyî, di mijara cidîbûn û hesasyeta vê yekê daxwaz ji Meclîsa Nûneran bike ku bi baldarî û bandor vê yekê bişopînin.

Her wiha Saray diyar kir ku divê hikûmet di warê dîplomatîk de ji bo derbarê vê dosyayê zextê li Tirkiye û Îranê bike, hemû amûrên pêwîst bikar bîne û got: “Ji dema berê (hikûmet) me helwestek cidî nedît, heta ku li gorî adilane ava para ji Çemê Dîcle û Firat a Iraqê bê nasîn û bersiva daxwazên Iraqê bê dayîn, ji bo kêmkirina asta bazirganiya bi Tirkiyeyê re kar dikin.”

Saray wiha domand: “Divê hikûmet di çarçoveya parastina derdor û pirrengiya biyolojîk de ku xala herî esas a vê parastina avê ye, ji bo ava vexwarin ya bi ewle, parastina Iraqê ya ji zuwabûnê, çareseriyeke redîkal a di asta stratejîk de bibîne.”

Ev daxuyanî di demekê de ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Konseya Nûneran li ser pilan û dîsa kêmkirina avê nîqaş dikirin, pêk hat.