'Divê em pêvajoyê veguherînin serdema hilweşandina faşîzmê'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan got, "Hemû tevgerên şoreşger ên li herêma Rojhilata Navîn derketine holê, lazim e rewşa xwe ya xweser esas bigirin û berê xwe bidin şoreşa Kurdistanê."

Kalkan rola Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) û têkoşîna şoreşê ji ETHA'yê re nirxand.

Kalkan, têkildarî kaosa li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bal kişand ser rewşa binketî ya hêzên herêmî û global ên bi îdîaya 'çareseriyê' rabûne û got, "Nikarin rêya çareseriyê nîşan bidin. Ji ber ku ew bi xwe hêza çareseriyê nînin, hêza afirandina krîz û kaosê ne. Afirînerê pirsgirêkê nabe çareserê pirsgirêkê. Ancax bibe hêza ku pirsgirêkê girantir dike. Ji xwe ya ku li Rojhilata Navîn diqewime jî ev e."

Kalkan, dijminatiya dewletên Tirk û Îranê ya li Kurdan, her wiha polîtîkaya nokeriyê ya PDK'ê nirxand û destnîşan kir, bi şoreşên gel ên demokratîk krîz û kaos dikarin ji holê bên rakirin.

Kalkan diyar kir, li gel nakokiya Ereb-Yahûdî (Îsraîl-Fîlîstînê) pirsgirêkeke din a bingehîn a Rojhilata Navîn parçekirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e.

Kalkan da xuyakirin, ku di rewşa heyî de bi awayekî zelal hatiye dîtin; heta ku girêka Kurd neyê vekirin, pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabin û bi dewamî got, "Hemû tevgerên şoreşger ên li herêma Rojhilata Navîn derketine holê, lazim e rewşa xwe ya xweser esas bigirin û berê xwe bidin şoreşa Kurdistanê. Bi taybetî rewşa li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bi vî rengî ye. Ji aliyê felsefîk, psîkolojîk, îdeolojîk, siyasî û pratîkî ve tevgereke şoreşger a ku berê xwe nede şoreşa Kurdistanê ûd i şexsê xwe de pirsgirêka Kurd çareser neke, şensê xwe yê serketinê nîne. Ev rewş rastiyek e ku ji aliyê dîrokî, erdnîgarî û siyasî ve derketiye holê. Pêwîstî pê nîne ku ev mijar bi şêweyên cuda were şîrovekirin û bibe mijarek şovenîzmê. Ji xwe, li Kurdistanê di nîvê duyemîn ê sedsala bîstûyekan de ku PDK lê bi bandor bû, li şûna şoreşê, tevgerên dij bi şoreşê hatin xwedîkirin. Di nava sih salên dawî de ku PKK bandor lê kir, şoreşên herêmê û cîhanê li Kurdistanê xwe xwedî dikin."

Li ser afirandina eniyê, Kalkan ev her du xal destnîşan kir: "Ji aliyê pratîkî ve kêmasiyên şoreşgeriya Kurd hebe jî, di warê teorîk de Rêbertiya PKK'ê ji bo afirandina eniya herêmî, gavên herî berfireh û kûr avêtiye. Qelsiya bicihanîna asta teorîk, di mijara fêhmkirin û pejirandinê de xwe dide der. Bêguman bandorên neteweperestiyê hene. Lê belê qelsiya şoreşgeriya gelên derdorê û nêrîna temaşekirina ji jorê ve, bandoreke neyînî li şoreşgerên Kurdistanê dike. Ev rewş li pêşiya hevkariyê astengiyeke e. Nuqteya yekemîn ev e.

Ya duyemîn jî, di mijara enîbûnê de pêwîste Tirkiye pêşengiyê bike. Mirov ji kîjan alî ve binirxînin jî wê rastî bi vî awayî bê dîtin. Wê çaxê, eger eniya demokratîk-şoreşger a herêmî nehatibe afirandin, hingî kêmasî ji şoreşgertiya Tirkiyeyê ye. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi derengî jî be, ji bo çareserkirina vê kêmasiyê derketiye holê. Tevî ku gaveke qewîn û mecbûrî ye, eşkere ye ku bi lez bi pêş ve naçe. Bi avêtina gavên serketî li nava Tirkiyeyê re wê di asta herêmî de jî eniya demokratîk-şoreşgerî bafire."

'ÇARE, ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ YE'

Dûran Kalkan anî ziman, faşîzma AKP-MHP'ê nikare krîza heyî ya li Tirkiyeyê ji holê rake û diyar kir, Erdogan Tirkiye xistiye vê rewşa rezîl û gel wê hesab jê bipirse.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku divê li dijî faşîzmê hemû çeper heta dawiyê bên bikaranîn û got, "Li dijî êrîşa şerê taybet a topyekûn a faşîzma AKP-MHP'ê yekane rêya çareseriyê, meşandina şerê gel ê şoreşgerî ye, bi rêbazên afirîner û li her qadê. Ji bilî vê yekê ti rê nîne."

'DIVÊ SEKN LI ME NEBE'

Kalkan işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a Kurd, Tirk, jin, ciwan, Elewî, Sûnî, karker, dikandaran kir û got, "Mîna piştî 7'ê Hezîranê divê mirov nesekine, firsendê nede faşîzmê ku xwe komî ser hev bike û berevajî vê pêwîste encama heyî veguherîne çalakî û serdema hilweşandina faşîzmê. Hingî wê şoreşa yekbûyî bi xumxumî bi pêş bikeve û ji aliyê her kesî ve bê dîtin bê TŞYG çi ye."