'Divê CPT li erka xwe vegere û li Îmraliyê lêkolînê bike'

Hevserokên HDP'ê yên Sûrê Coşkûn û Altinkaynak gotin, ramanên Ocalan ramanên aştî û aramiya Rojhilata Navîn e û diyar kirin, tecrîd wê bi îrade û têkoşîna gelê Kurd ji holê rabe.

Hevserokên HDP'ê yên navçeya Sûrê ya Amedê Sevîm Coşkûn û Mehmet Alî Altinkaynak li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Sevîm Coşkûn bi bîr xist ku tecrîda giran ev 19 sal in bi rêk û pêk dewam dike û got, tecrîd li dijî qanûnan e: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û Tirkiyeyê dixe nava kaosê. Li Îmraliyê pergalek nû ava kirin û ev pargal ji tecrîdê girantir e. Hêzên zordest bi tecrîdê dixwazin têkiliya Rêber Ocalan bi civakê re bibirin. Bi kamereyan 24 saetan Rêber Ocalan dişopînin, ji mafê rojname, radyo, telefon û hevdîtinê bêpar dihêlin û dixwazin dîwarekî bixin navbera civakê û Rêber Ocalan."

Coşkûn got, azadiya Birêz Ocalan temînata aştiyê ye û wiha pê daket: "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer û zêdeyî 3 sal in jî malbat nikarin Rêber Ocalan bibînin. Li ser tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene. Divê demildest tecrîda girankirî bê rakirin. Azadiya Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e û temînata aştiyê ye. Divê dawî li vê polîtîkaya îzalasyonê bê anîn."

'TECRÎD WÊ BI HÊZ Û TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BÊ RAKIRIN'

Mehmet Alî Altinkaynak jî li ber tecrîdê rabû û got, "Birêz Ocalan ji sala 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye. Tecrîd li dijî nirxê mirovahiyê, ne hiqûqî ye û li dijî hevpeyamanên hiqûqa navneteweyî ye. Ev ne tenê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan e, tecrîd li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Bi tecrîdê dixwazin îradeya gelê Kurd dîl bigirin. Ev tecrîd jî bi hêz û têkoşîna gelê Kurd wê bê rakirin."

'NABE KU RAMANÊN BI MILYONAN KESÎ WERE TECRÎDKIRIN'

Altinkaynak diyar kir, ku dewlet dixwaze bi rêya tecrîdê pêşî li ramanên Birêz Ocalan bigire û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Birêz Ocalan Rêberê Gelên Kurdisanê ye û bi milyonan kesî ew weke rêber û îradeya xwe ya siyasî nîşan dane. Lewma nabe ku raman û îradeya bi milyonan kesî bê tecrîdkirin. Aştî nayê tecrîdkirin. Tirkiye û hikûmeta wê ji ramanên Rêber Ocalan ditirse, ji ber ramanên Ocalan ramanên aştiyê û aramiya xaka Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê ji di tecrîdê de israr dikin.”

'BÊDENGÎ HEVKARIYA TECRÎDÊ YE'

Altinkaynak ragihand ku armanca sereke ya hikûmeta AKP'ê jî tecrîdê, qirkirina gelê Kurd e û got: "40 sal in, gelê Kurd tê qirkirin û bi tecrîdê ev yek kûr bûye. Dewlet bi tecrîdê êrîşî çand, ziman û nasnameya Kurdan dike. Çawa tecrîd giran dibe, şerê li Kurdistanê jî şer kûr dibe. Bi şidandina tecrîdê re kuştin û komkujiyên li Kurdistanê jî zêde bûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hevkarên tecrîdê ne. DMME û CPT’î ji peywîra xwe dur ketine. Divê rojek ji rojekê zûtir CPT û DMME li erka xwe vegerin û li Îmraliyê lêkolînê bikin."