Dîmenê lêxistina gerîla ya li qereqola Bêzelê hate weşandin

Dîmenên çalakiya gerîlayên YJA Star a 11’ê Adarê li dijî leşkerên li Girê Sîvrî yê dikeve herêma Bêzelê y a navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin, hate parvekirin.

Dîmenên çalakiyê Gerîla Tv parve kir. Di dîmanan de baş dixuyê ku dema leşker li dorî kulubeya nobedê û derdorî wê kom dibin pêk hatiye.

HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da:

“11’ê Adarê saet 10:15’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li Girê Sîvrî yê dikeve herêma Bêzelê y a navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de kuleya nobedê, leşkerên li derdorî wê kom bibûn bi xurtî hate lêxitin. Di vê çalakiyê de 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa Tirk  a piştî çalakiyê bi hewan û obusan qad bi ketober bombe kir, saet derdorî 20:00’an bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji gir rakirine.”