Dîmenê çalakiyên bi çekên giran ên gerîla hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyên gerîla yên li Avaşînê weşand, ku bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin.

Di dîmenan de yên ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin, çalakiyên ku bi roketên hawanê hatin kirin, tê dîtin. Dîmen ji çalakiyên rojên cuda pêk tê.

Di dîmenê ji 2.30 deqeyan de bombardûmana bi hawanan xuya dike. Her wiha li nuqteyekê jî beriya çalakiya bi hawanan, gerîlayekî ku cîhaza ragihandinê pê re ye, dibêje 'Serketin a me ye'.

Piştî deqeya duyemîn jî tê dîtin ku roketek li nava gelek leşkeran dikeve, yên li ser girekî li hev civiyane. Piştî teqînê gelek leşker ji hev belav dibin, direvin.