Dîmenê çalakiya gerîla ya li dijî 'Yekîneya Veşartî' ya Tirk

Gerîla TV dîmekê çalakiya gerîla ya 31'ê Gulanê weşand ku li geliyê Elî Dirêj ê Sîdekanê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû ku roja 31'ê Gulanê li geliyê Elî Dirêj ê herêma Sîdekanê, hêzên gerîla 'Yekîneyeke Veşartî' ya artêşa Tİrk şopand û piştre lê dan.

Gerîla TV dîmenê vê çalakiyê weşand. Di dîmen de jî tê dîtin, gerîla dorê li leşkeran digirin û piştre lê didin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kiribû di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin, gelek alavên leşkerî jî hatine desteserkirin.