Dîlan Îzol behsa hovîtiyê kir: Dewlet li pişt wan e!

Dîlan Îzol ku bû şahidê komkujiya li Sîwerekê ya Rihayê, ji bo kujeran got, ''Hêzên çekdar ên dewletê, dewlet li pişt wan e''.

Dîlan Îzol ku li Taxa Çeltîkê ya Sîwerekê ya Rihayê ji ber pevçûna li ser erdan malbata wê li ber çavê wê hatî qetilkirin, got, rûdan ne pevçûneke çekdarî lê komkujiyeke bi plan bûye. Dîlan Îzol ku diya wê Zozan, bavê wê Hakki, jinbira wê Meral û kurapê wê Mûsa Serhat Îzol li ber çavê wê hatin qetilkirin, got, malbata wê ji hêla birayê parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ve hatine kuştin û  weke hovan bi daran û keviran li termên malbata wê xistine.

Dîlan Îzol a 24 salî ku li gel 5 xwîşk û birayê xwe sêwî mayî rûdan ji ANF'ê re vegot..

Li Taxa Çeltîkê ya Sîwerekê ya Rihayê li ser lihevnekirina erdan di navbeyna malbatên êla Îzolan de pevçûn derket û komkujî hate kirin. Di komkujiyê de Zozan Îzol (41), Hakki Îzol (55), Meral Îzol (41) û kurê wê yê xwendekare zanîngehê Mûsa Serhat Îzol (22) bi çekê hatin kuştin, Mehmet Metîn Îzol û Yûsuf Rojhat Îzol bi biranî birîndar bûne. Piştî ku komkujî kirin, kujerên ku bi otomobîlê direviyan û li ser rê li ciwanan qelibîn, bûne sedem ku du xwendkarên zanîngehê jî bimirin.

'PÊŞÎ LI WAN REŞANDIN, PIŞTRE LI TERMÊN WAN XISTIN'

Dîlan Îzol ku malbata wê li ber çavê wê hate kuştin dadmendiyê dixwaze. Îzol ku dema bûyerê li gel birayên xwe li malê bû û bûyer bi kamera telefona xwe girtî, wiha behsa wê rojê kir:

''Saet li derdora 08.30'an bû, bi traktorê pêşî hatin mala apê min. Du kes bûn. Li  dora malê digeriyan, ji aliyekî ve bi kamerayê dîmen digirtin û ji aliyê dî ve jî dijûn dikirin. Gef li me xwarin û gotin, ''5 deqe bisekinin, em ê dîsa werin, binerin bê ka em ê çi bînin serê we'' û çûn. Hê 5 deqe derbas nebûyî bi eynî traktorê û 4 erebeyan vegeriyan û rêya malê girtin. Wê demê jixwe jinbira min, kurapên min, dê û bavê min li derve bûn. Tenê bi fikra ku devjenî ye, li wê derê hema wiha sekinîbûn. 12 kes bûn, çawa ku ji erebeyan peya bûn, li wan reşandin. Li her kesî direşandin, ne hema wiha bi tofelaqî, bi derba kuştinê. Dê û bavê min ji serê xwe, jinbira min ji dil û pişta xwe bi guleyê hatin kuştin, kurapê min jî bi kevir û daran eciqandin û kuştin. Wek ku ev ne bes be, bi ser de bi kevir û daran li terman jî dixistin. Ez û xwîşkên min wê demê em li mal bûn û ji bêgavî ji camê me li bûyerê nerî. Ew kêlî me bi kamera telefonê qeyd kir.''

'GEF LI ME DIXWARIN'

Dîlan Îzol got, ên ku ev komkujî kirin, ku her wiha xizmên wan bûn, bira û biraziyê Wekîlê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol bûn. Îzol got malbata wê ji ber doza erdên ku ev 17 sal in dom  dikir, bi hovîtî hate kuştin.  Îzol got ji ber eynî meseleya erdan, 2003'yan apê wê Mehmet Alî Îzol şeva dezgîranê hatiye kuştin, lê ser bûyerê hatiye girtin.

Îzol wiha got: ''Wekîlê berê yê AKP'ê yê Rihayê Zulfîkar Îzol kurapê bavê min e. Wê demê xwestin ku kuştina apê min Mehmet Alî Îzol têxistin stûya bavê min. Wê demê Zulfîkar Îzol têkilî wan erdên gote bavê min, ''Tu hemû tapoyan bîne ser navê min, dema ku derkete holê ti sûcê te tine, ez ê tapoyên te li te vegerînim'' û bavê min qanih kir. Bavê min baweriya xwe pê anî ku piştî demekê wê tapoyan bidiyê û tapo danê. Lê hem tapo nedan û bi ser jî, Cîhan Îzol, Bulent Îzol, Medenî Îzol, Servet Îzol, Cemal Îzol ji bo ku em erdan berdin gelek caran gef li me xwarin. Dixwestin ku em dev ji her tiştî biqerin û ji gund derkevin lê me ev qebûl nekir. Piştre komkujî kirin. Birayên Zulfîkar Îzol Cemal, Bulnet, Cîhan û kurê wî Ferman û 8 kesên li cem wan ku em wan nas nakin diya min, bavê min, jinbira min û kurê wê kuştin.''

'KURAPÊN MIN ÊN BIRÎNDAR HATINE GIRTIN'

Îzol got kurapê wê Mehmet Metîn û Yûsuf Rojhat li gel ku birîndar bûn û mexdûr jî bûn hatine girtin. Îzol diyar kir ji birayê Zulfîkar Îzol jî tenê  Cîhan hatiye girtin, ti agahî nestandine bê ka yên din hatine girtin an na.

'BERIYA BÛYERÊ BI ROJEKÊ FERMANDAR HATE MALA ME'

Dîlan Îzol got kesî alîkarî bi wan re nekiriye, bi destê xwe  cenaze veşartine, jandarma piştî bi saetekê hatiye cihê bûyerê, bang li ambûlansê kirine lê nehatiye, wan birîndar hilgirtine, wesayit sekinandine û wiha rakirine nexweşxanê.

Îzol got ev komkujî beriya niha plansaziya wê hatiye kirin, beriya komkujiyê bi rojekê ji Qereqola Jandarma ya Çaylarbaşiyê fermandarê ku nû hatî, hatiye malba wan û gelek pirs ji wan kirine.

Dîlan Îzol ku doza dadmendiyê dike, got, ''Hêzên  çekdar ên dewletê, dewlet, li pişt wan e. Em naxwazin ser vê komkujiyê were girtin. Em 6 xwîşk û bira sêwî man. Em dixwazin hemû werin cezakirin û dengê me were bihistin.''