Di şerê Sûriyeyê de 31 çete û 14 leşkerên rejîmê mirin

Li Sûriyeyê çeteyên ku Enqere piştgiriya wan dike li bakurê Hamayê êrîş birin ser hêzên rejîmê û di encamê de şerekî giran qewimî. Hate ragihandin, di şer de herî kêm 45 kuştî hene.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê koma Heyet Tahrîr El Şam ku girêdayî El Nûsrayê ye li bakurê herêma Hamayê,  ya ku dikeve bakur rojavayê Sûriyeyê êrîşî bire ser nuqteyên rejîmê.

Mala Çavdêriyê ragihand ku di encama şerê qewimî de 31 jê çete û 14 aligirên rejîmê bi giştî 45 kuştî hene.

Ajansa dewletê Sana jî ragihand ku artêşa Sûriyeyê êrîşa “komên terorîst” ya li dijî nuqteyên leşkerî ya li Til Melh a banliyoya bakurê Hama têk bir. Li gorî ajansê hêzên rejîmê gelek wesayîtên çeteyan jî rûxandine.

Hate ragihandin ku komên çekdar roketan tavêjin gelek gundên li bakurê Hamayê.