Di paketên loqumê Tirk de 670 kîlo eroîn derket

Li ser sînorê Elmanya-Polonyayê polîsên gumrukê yên Elman di nava paketên loqumê Tirk de 670 kîlo eroîn dîtin. Ajokarê Tirk ê qemyonê hate destgîrkirin.

Li Elmanyayê cara yekemîn e ku ewqas eroîn tê dîtin. Li herêma Frankfurt Oder a li ser sînorê Elmanya-Polonyayê, yekîneyên polîsên gumrukê yên Elman qemyonek bi plaqeya Gurcîstanê lêkolîn kirin û 670 kîlo eroîn dîtin ku tê texmînkirin buhayê wê 50 milyon Euro ye.

Hêzên polîsên gumrukê ragihandin ku eroîn li nava paketên loqum ên ji Tirkiyeyê hatiye veşartin û di wêneyên rontgenê de bi şens hatiye dîtin. Yekîneyên ewlekariyê yên Elman piştre dest bi lêkolînê kirin û derxistin holê ku eroîn a şebekeyeke narkotîkê ya Tirk-Hollandayî ye.

Eşkere bû ku eroîna li qemyonê hate dîtin li nava 532 paketên biçûk ên loqum hatiye veşartin. Ajokarê qemyonê hate destgîrkirin. Dihate plankirin ku eroîna ji Efganistanê anîbûn bibin Belçîkayê û ji wir jî li welatên cuda yên Ewropayê bê firotin. Yekîneyên polîsên Elman sala 2014'an li eyaleta NRW'ê 330 kîlo eroîn dîtibûn.