Di Newroza Moskovayê de berxwedana zindanan hat silavkirin

Kurd û dostên xwe yên li Moskowayê bi şahiyekê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Culyeta Aram axivî û got, “Berxwedana ku ji zindanan bilind dibe, wê berbelavî tevahiya Kurdistanê bibe.”

Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê Kurdistan û dostên xwe cejna Newrozê ya bi pêşengiya Tevgera Jin a Kurd û Otonomiya Federal a Çanda Kurd pêk hatî, pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de parênameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wergerandî zimanê Rûsî, rastî eleqeye zêde hatin.

Nûner û berdevkên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê di pîrozbahiyê de amade bûn. Şahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên cuda de ji bo pîrozbahiya Newrozê hatî weşandin bi sînevîzyonekê hate nîşandan.

Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê Kurd Ferman Garzan axivî û bal kişand ser berxwedanê û bang li Kurdên li Rûsyayê kir ku xurtir tevlî berxwedanê bibin.

Seroka Tevgera Jinan a Kurd a Rûsyayê Culyeta Aram jî axivî û got, “Li rojava bi pêşengiya jinan DAÎŞ hat têkbirin. Serkeftina jinan serkeftina hemû gelên bindest e. Berxwedana jinan ne tenê li hemberî DAÎŞ’ê bû, di heman demê de li hemberê rejîma faşîst a AKP MHP’ê bû. îro li zindanan berxwedaneke bêhempa tê raberkirin û divê her kes tevlî vê berxwedanê bibe.”

Piştî axaftinan, peyamên saziyan ên ji bo Newrozê hatin xwendin. Pîrozbahî bi muzîkê dewam kir. Bi dorê ve hunermend Hozan Sîmar, Erol Berxwedan, Mîroyê Qanat, Milazimê Îsko, Hemîdê Mecîd, Koma Nûjîn, koroya Zarokan, Ferman Patiyev, Beko û Kamaran Lezligev derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.