Di navbeyna Mûsil û Mexmûrê de Heşdî Şebî kete kemînê: 6 mirî

Li başûrê Mûsilê kemînek li ber hêzên Heşdî Şebî yên Şiî hate danîn, 6 şervanên Heşdî Şebî hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya serwîsa ragihaninê ya Heşdî Şebî kesên ku nasnameyên wan nediyar Çarşemê, êvarî êrîş birin ser yekîneyeke Heşdî Şebî. Hate gotin di konvoyê de endamên milîs ên bê çek hebûn, ku diçûne ser peywirê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''6 şervan mirin, 31 jê birîndar bûn'', hate gotin birîndar rakirine nexweşxaneeya Qeyyarê.

Diyar bû ku êrîş li ser wê rêyê çêbûye ku Mûsilê digihîne Mexmûrê.