Di navbeyna Îran û Sûriyê de peymanên hevkariya aborî

Di navbeyna rejîma Îranê û Şamê de peymanên aborî hatin danîn. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad got ev peyman li dijî şerê aborî yê Rojava 'palpişteke qeyîm e''.

Di navbeyna Şamê û Tehranê de Duşemê 11 peyman û protokolên hevkariya aborî ya 'stratejîk û domdirêj' hatin îmzekirin. Ev peyman veberhênanên Îranê yên li Sûriyê teşwîq dike.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê Esad gotiye ev peyman 'stratejîk' in û 'stûneke qeyîm a aborî' ne. Li gorî Esad bi van peymanan du welat jî li dijî şerê aborî ku welatên Rojavayî li dijî wan dikin, wê berxwedaniya wan xurt bikin.

Esad dema ku Alîkarê Serokkomarê Îranê Eşhak Cîhangirî serdana Sûriyê kirî, ev axaftin kir.

Peyman piştî ku rêveberiya DYE'yê li dijî rejîma Îranê biryara guşarê standin, hatin îmzekirin. Her wiha gelek rayedarên Sûriyê, karsa û şîrket di lîsteya reş a Ewropa û DYE'yê de ne.