Di navbera Sûriye, Iraq û Îranê de civîneke leşkerî!

Hate îddîakirin ku serokên artêşên Sûriye, Iraq û Îranê ji bo nîqaşkirina ‘derfetên têkoşîna li dijî terorîzmê’ li Şamê wê bicivin.

Rojnameya El Watan a ku piştgiriya rejîma Sûriyeyê dike, diyar kir ku di navbera sê welatan de wê civîneke leşkerî were lidarxistin. Rojnameyê derbarê dem û cihê civînê tu agahî neda.

Îran ji serî ve li ba rejîma Sûriyeyê ye û ji DYE’yê re jî dibêje ku ‘ew çavkaniya bêîstîkrariyê ye’. Bi heman awayî DYE jî Îranê sûcdar dike.

Serokê Artêşa Giştî ya Îranê Mûhammed Bagerî roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku hebûna DYE ya li Sûriyeyê îllegal e.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fars Bagerî gotiye ku “Hêzên ku li Sûriyeyê hene, zû an jî dereng wê rojekê biçin.”

Bagerî diyar kir ku hebûna hêzên biyan ên li Îdlîbê jî li dijî zagonan e. Wekî ku tê zanîn li vê herêmê hêzên Tirkiyeyê hene.