Di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran heye

Li herêmeke çolê ya Sûriyeyê di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ’ê de di du rojên dawîn de şerekî giran heye. Hate diyarkirin ku heta niha 40 kes mirine.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê roja şemiyê di bomberdûmana hêzên hewayî ya Rûsyayê de 17 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û di vî şerî de 6 leşkerên Sûriyeyê jî mirin.

Şeva Pencşemê jî DAÎŞ’ê li nêzî Suknayê êrî bendên rejîmê kir.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku di 48 saetên dawîn de 18 leşkerên rejîmê û 26 çeteyên DAÎŞ’ê mirine.

Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku di Adara 2019’an de têk çûn li çola berfireh a ji Humusê heta Dêrazorê êrîşan dike.

Çeteyên DAÎŞ’ê di meha Gulanê de 11 kesên ku piraniya wan şervanên alîgirên rejîmê bûn, qetil kiribû.