Di navbera Brîtanya û YE de ferqa bendewariyan

Li ser azîneya hesapkirina lêçûnê ya ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve (Brexît) lihevkirin çêbû, Londra li benda fatoreyeke bi 40-45 milyar Euroyî ye.

Di referandûma Brexîtê de ku Hezîrana 2016’an hatibû kirin 52 ji 100’î derketina ji Ewropayê tercîh kiribûn û muzakere biharê dest pê kiribû.

Di muzakereyan de ku bi mehan didome yek ji xala sereke ku li ser wê li hev nakin malîyeta Brexîtê ya li YE’yê ye. Piştî muzakereyan duh bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku YE û Brîtanya li ser azîneya hesabkirina lêçûnê li hev kirine.

Nûnera Serokwezîr Theresa May bi daxuyaniyeke got bendariya Brîtanyayê ew e ku YE 40-45 milyar euro bide. Hikûmeta Brîtanyayê her wiha garantiyên ku berê Bankaya Razemînê ya Ewropayê û Fona YE-Afrîka dabû qebûl dikin.

DI NAVBERÊ DE 20 MILYAR EURO FERQ HEYE

Tê zanîn ku YE jî dixwaze ku Brîtanya 60 milyar euro bide. Lê Sermuzakerevanê YE’yê Mîchel Barnîer reqemeke teqez nedabû.

Her wiha YE dixwaze Brîtanya piştî Adara 2019’an jî, ku Brîtanya wê ji YE’yê veqete, bikeve bin barê darayî û fonên endamtiyê bide. Bûdçeya berdest a YE’yê heta 2020’an e.