Di navbera Îran û Talîbanê de muzakere tê kirin

Hate ragihandin ku rejîma Îranê bi Tevgera Talîban a Efganistanê muzakereyê dike.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariyê ya Neteweyî Alî Şamhanî gotiye ku, “Di warê muzakereyên bi Talîbanê re hikumeta Efganistanê hate agahdarkirin û ev pêvajo ew ê bidome.”

Derbarê cih, dem û naveroka muzakereyan agahî nehatin dayîn.

Li gorî Tasnîmê ya ku girêdayî Mûxafizên Şoreşê ne, Şamhanî di serdaneke Kabîlê de rayedar ji hevdîtina bi Talîbanê re agahdar kiriye.

Rayedarê Îranê got ku “Komara Îslamê li herêmê bûye stûnekî îstîkrarê. Hevkariya di navbera herdu welatan de ew ê karibe kêşeyên ewlekariyê çareser bike.”

Di navbera Talîban û Emerîkayê de jî muzakere didomin. Civîna herî dawîn li Emîrtiya Ereban a Yekbûyî hate kirin. Li gorî nûçeyeke ajansa Wamê ya di 19’ê Kanûnê de Talîbanan li Abû Dabiyê diyar kirine ku di warê muzakereyan de ‘encamên şênber û erênî’ bi dest xistine. Li gorî nûçeyê Siûdî Erebistan û Pakistan jî di civînê de amade bûye.

Hatibû ragihandin ku ev civîn di hewldana dîplomatîk a Washîngtonê de hatiye kirin. Peywirdarê DYE’yê yê ji bo aştiya Efganistanê Zalmay Halîlzad diyar kiribû ku ji bo teşwîqkirina diyalogê û bidawîkirina şer ev civîn li dar xistiye.