Di nava 3.5 salan de herî kêm 440 zarok li ser rêya Ewropayê mirin

Li ser rêya Ewropayê, di navbera Çileya 2018'an û Hezîrana 2021'ê de herî kêm 440 zarok mirin ku 35 ji wan pitik bûn.

Ev dane ji aliyê tevna bi navê United hate hevdan û ji aliyê tevna rojnamevanan Lost In Europe ve hate lêkolîn.

Dane bi wesîleya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê hate weşandin. Li gorî vê yekê, di navbera Çileya 2018'an û Hezîrana 2021'ê de li ser rêya Ewropayê herî kêm 440 zarokên koçber jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 35 jî pitik bûn.

PIRANIYA WAN LI DERYA SPÎ XENIQÎN

Her wiha 33 jinên ducanî jî di vê rêwîtiyê de jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van zarokan li peravên Lîbya, Tirkiye û Fasê, li Derya Spî xeniqîn.

Gulana 2018'an li nêzî bajarê Monsê yê Belçîkayê, polîsan dema ku dan pey wesayitekê, zaroka Kurd Mawda qetil kiribûn. Di Cotmeha 2019'an de li Qraliyeta Yekbûyî zaroka Vîetnamî ya 17 salî Tran Ngoc Hieu di sarinca qemyonê de jiyana xwe ji dest da.

HERÎ KÊM 44 HEZAR Û 764 KOÇBER Û PENABER MIRIN

United ji sala 1993'an û vir ve daneyan kom dike. Heta niha herî kêm 44 hezar û 764 koçber û penaberan jiyana xwe ji dest dane.

Ev bîlanço xwe dispêre nûçe û agahiyên li rojname û malperên înternetê hatine weşandin.