Di hevrikiya Siûdî-Îranê de eniya nû: Libnan

Hîzbûllah li gorî berê niha Libnanê pir zêdetir kontrol dike. Ev hem realîteyeke leşkerî û hem jî siyasî ye. Perdeya nû ya hevrikiya di navbera Siûdî û Îranê de wiha li Libnanê vebû.

Piştî Sûriyê û Yemenê niha jî fitîla Libnanê hate pêxistin. Serokwezîrê Libnanê Saad Harîrî di serdeneke surprîz a Siûdî de, 4’ê Mijdarê îstîfaya xwe ragihand.

Harîrî digot ew ditirse ku were kuştin. Serokwezîr diyar kir ku rejîma Îranê dixwaze li Libnanê serdestr bibe û helwest nîşan dida.

Bavê Harîrî Refîk Harîrî Sibata 2005’a li Beyrûdê bi êrîşeke bombeyî hatibû kuştin. Libnan navê wê dîroka kuştinên siyasî ya dirêj û destbixwîn bû.

Li pey îstîfaya Harîrî li Siûdî gelek kesên navdar bi tawanbariya gendeliyê hatin binçavkirin. Herêm hemû dîsa li bin guhê hev ket. Vê carê fitîlan nû ya şer li Lubnanê hate pêxistin.

Hîzbûllah li gorî berê niha Libnanê pir zêdetir kontrol dike. Ev hem realîteyeke leşkerî û hem jî siyasî ye. Perdeya nû ya benda di navbera Siûdî û Îranê de wiha li Libnanê vebû.

Siûdî beriya niha ji ber têkiliyên wê yên bi Îranê re Katar dorpêç kiribû. Her wiha bi sedema Îranê, li Yemenê bi pêşengiya Siûdî Koalîsyona Ereb şerekî bêsînor li dijî Hûsiyên Şiî dabû destpêkirin.

Beriya bi mehekê navenda lêkolîna siyasî û ramanî ya li ser Rojhilata Navîn di Bernameya Carnegîe Mîddle East de analîzek kiribû.

Lêkolîner Joseoph Bahout digot, ‘’Rageşiya di nav Îran û Siûdî de di nêz de li Libnanê wê xwe nîşan bide.’’

Bi taybetî piştî ku di şerê Sûriyê de rewş bi hêla Beşar El Esad, Îran û Hîzbûllahê de guherî çavdêrên siyasî li bendê bûn ku Siûdî eniya Lubananê çalak bike.

Îstîfaya Harîrî weke sazkarkirina vê gefê tê şîrovekirin.Dawiya vê heftiyê piştî ku fûzeya ji Yemenê ij hêla Hûsiyan ve ber bi Riyadê, paytexta Siûdî ve hate avêtin, rageşiya di navbera Îran u Siûdî de geştir bû.

Siûdiyan ev êrîş weke ‘ragihandina şer’ şîrove kir. Rayedarên Îranî jî gotin, ‘’bê berpirsyarî û provakator’ û bersiv dan.

Li Yemenê, Lubnanê û li deverên dî fitîla şerê nû hate vêxistin. Wiha xuya dike ku Kralê Nû yê Siûdî jî ne bi wê niyetê ye ku vî agirî bitefîne.