Di êrîşa Las Vegasê de 20 kes mirin, ji 100’î zêdetir kes birîndar bûn
Di êrîşa çekdarî ya li dijî Festîvala Muzîkê ya Roûte 91’ê ya li Las Vegasê ya DYA’yê de tê diyarkirin ku herî kêm 20 kes mirine û ji 100’î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Di êrîşa çekdarî ya li dijî Festîvala Muzîkê ya Roûte 91’ê ya li Las Vegasê ya DYA’yê de tê diyarkirin ku herî kêm 20 kes mirine û ji 100’î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Polîsên Las Vegasê diyarkirin ku êrîşkarek hatiye bêbandorkirin. Şahidên bûyere jî diyarkirin ku êrîşkar ji qatê 32’emîn ê otelekê gulle reşandiye û bi kêmanî 100 gulle berdaye.
Polîsên Las Vegasê êrîşê piştrast dikin û diyar kirin ku êrîşkar hatiye bêbandorkirin û operasyon didome.