Di êrîşa dewleta Tirk de zarokek şehîd bû

Di êrîşa dewleta Tirk de ya li ser Kobanê, zarokek şehîd bû, 3 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navenda bajarê Kobanê û gundên li rojhilat û rojavayê bajêr, şehîd û birîndar hene. Li gorî agahiyên destpêkê zarokê bi navê Ebîd Mihemed Hecî (12) şehîd bû, Ebîd Xelef (40) û Merwe Hemdo (40) û Xelîl Cîhad Şêxo (2) birîndar bûn.

ÊRÎŞ LI SER GUNDÊN LI ROJHILAT JÎ TÊN KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên li rojhilatê Kobanê; Xerbîsan, Qeremox, Koran, Hêho, Elîşar, Mar Simîl (Merc Îsamaîl) dike. Gundên ku êrîş li wan têne kirin hemû li ser sînor in.

Di heman demê de bombardûman li taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê Kobanê jî tê kirin.