Di êrîşa Amsterdamê de gumana îslama radîkal

Duh li paytexta Hollanda Amsterdamê êrîşeke bi kêr pêk hat û hate ragihandin ku êrîşkar welatiyê Afganistan ê li Elmanyayê dijî ye. Guman heye ku êrîşkar endamê çeteyên radîkal be.

Duh kesekî li Navenda Gara Amsterdamê bi kêrê êrîşî kesên derdor kir û 2 kes birîndar kir. Êrîşkar piştre ji aliyê polîsan ve hate xistin û bi giranî rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daxuyaniyên polîsê Amsterdam û Serokatiya Şaredariyê kesê birîndar ji Afganîstanê çûye Elmanya û mafê rûniştinê girtiye.

Duh ji ber êrîşê mudaxleya polîsan a bi çek li navenda garê panîkek mezin çêkirbû û seferên li gorê ji bo 2 seatan hatibûn rawestandin.

Li Hollandayê herî dawî lîstika ‘Karîkaturên Hz. Mihemed’ ya ku lîderê nîjadperest Geert Wîlders dixwest lidarbixe aloziyek mezin jiyabû. Polîsê Hollandayê di nava hefteyê de kesekî 26 salî ku gef li Wîlders xwaribû girtîbû û Wîlders jî bi hinceta ‘rîsta şideta bilînd’ lîstik betal kirîbû.

Li dijî lîstika Wîlders li Pakistanê çalakî hatibûn lidarxistin, Talîbanan jî gefa êrîşê li leşkerên Hollanda yên li Afganistanê xwaribû.