Di avahiya li Hindistanê hilweşayî de, hejmara miriyan bû 41

Hejmara kesên ku di avahiya roja Duşemê li Hindistanê hilweşiyayî de jiyana xwe ji dest dayîn, gihişt 41 kesan.

Hêza Netewî ya li Dijî Karesatan (NDRF), diyar kir ku di avahiya 3 qat a li bajarê Bhîwandî ya nêzî Bombay hilweşiyayî de, 41 cenaze hatine derxistin.

NDRF diyar kir ku 20 kes sax derxistine û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kirine. Hate diyarkirin ku di nava miriyan de zarok jî hene.

Hîn nayê zanîn ku sedemê hilweşinê çi ye. Lê belê bûyerên bi vî şêweyî li Hindistanê bi taybet di dema barîna baran mûsonan a di nava mehên Hezîran û Îlonê de piranî tê dîtin.