Dewleta Tirk li Efrînê agir berdide zeviyan!

Artêş û çeteyên dewleta Tirk li Efrînê agir berdidin zeviyên genim û darên zeytûnê yên gel.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete; El Nûsra, DAÎŞ û OSO, piştî talan, desteserkirin, êşkence û revandina mirovan, niha jî zeviyên genim, ceh, nok û darên zeytûnê yên gel ên li Efrînê dişewitînin.

Zeviyên genim û darên zeytûnê yên li gundê Basilê yê Basutê û zeviyên ceh û genim ên li gundê Eyin Hecerê duh piştî nîvro ji aliyê çeteyên Tirk ve hatin şewitandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe ev hefteyeke gelek zevî û darên zeytûnê yên gel şewitandine. Heta niha bi sedan hektar erdê çadiniyê û bi dehan darên zeytûnê şewitîne.