Deryayên dest lê nehatiye dayin li ber tunebûnê ne

Li gorî lêkolînekê, okyanûs/deryayên li cîhanê yên heta niha mirovan xwe negihandinê, tenê ji sedî 13 li cîhanê mane. Di nava 50 salan de dibe ku ev jî tune bibe û sedema wê jî mirov in.

Komeke ji lêkolînerên navneteweyî bandora mirovan a li ser deryayê lêkolîn kir. Zanyarên bi pêşengiya Kendall Jons ê zanîngeha Queenslandê, nexşeya eko-sîstema ku ji bandora mirovan dûr e, deranî. Di nav vê de jî herî zêde medûse hatine lêkolînkirin.

Li gorî lêkolînekê ku di rojnameya Current Biologyê de hate weşandin, qadên herî zêde yên mirovan heta niha destê xwe nedanê li derdora Antartîka, Arktîka û Pasîfîkê li nêzî giravên dûr in. Peravên nêzî qadên ku mirov bi kar tînin jî weke qadên kêm berdar derdikevin pêş. 

Jons, di derbarê mijarê de anî ziman ku, "Medûseyên (makên behrê) ku weke dest pê neketî tên dîtin, bi masîgiriya ku berbelavî tevahiya cîhanê bûye û bi awayî filoyan tê kirin re hejmara wan gelek kêm bûye. Bi pêşketina teknîka deryayî re, qadên ku berê bi cemedê dagirtî û bi germahiya global re heliyayî û bûyî av jî tê de devera herî dûr jî di bin gef û metirsiyê de ye."

Li gorî lêkolînê ev qad, tenê ji sedî 5 di bin parastinê de ne. Yên din bi gefan re rû bi rû ne. 

Jons herî dawî got; "Em dizanin ku ev qad bi awayekî bobelatî kêm dibin. Divê armanca hevkariyên piralî ya peymanên hawirdorê bin. Nexwe wê di nava 50 salan de tune bibin."