Deriyê Sînorê Îranê yê bi Besra re hate girtin

Piştî şewitandina Sefaretxaneya Îranê ya li Besrayê û şûnde, deriyê sînorê Besra yê li gel Hurremşehrê hate girtin.

Xwepêşandanên li Iraqê ku ji meha Tîrmehê ve aya li navenda Besrayê hatibû destpêkirin, di hefteya dawî de ji nû ve dijwar bûn. Welatiyên îşev daketibûn qadan, ketin avahiya Sefaretxaneya Îranê û agir bi sefaretxaneyê xistin.

Rejîma Îranê piştî şewitandina sefaretxaneyê û şûnde Deriyê Sînor ê Selamçe yê bajarê Hurremşer ê bi Besrayê ve girt. Sedemê girtinê nehate zanîn , têkildarî bê ka wê heta kengê girtî jî be agahî nehatin parvekirin.

Di vê navberê de li gelemperiya Besrayê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Di xwepêşandanên nava rojê de kesekê jiyana xwe ji dest da. Ji xwepêşandanên ji meha Tîrmehê û vir ve kesên di xwepêşandanan de mirin hejmara wan gihiştiye 24’an.