Derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin: 34 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayan li Heftanîn û Sêrtê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Gerîlayan ji 7 baskan ve li Heftanînê dor li dagirkeran girtin û 22 leşker-kontra ceza kirin, derb li 2 helîkopteran xistin. Li Sêrtê jî gerîlayên YJA Starê 12 leşker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

'22 LEŞKER-KONTRA HATIN CEZAKIRIN, DERB LI SKORSKY Û KOBRA HATE XISTIN'

"Hêzên me 8'ê Tebaxê li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de derbên giran li artêşa TC a dagirker xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku dagirker ji hev hate xistin wiha ne:

Artêşa TC a dagirker, şeva 7'ê Tebaxê bi piştgiriya kontrayan li geliyê Pîrbûlayê dest bi hewldana dagirkeriyê kir. Hêzên me yekîneyên dijmin xistin bin kontrolê û 8'ê Tebaxê saet di 07:30'î de ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin. Li vê qadê şerekî giran qewimî. Hêzên me ji 7 baskan ve dor li yekîneyên dijmin girtin û derbên giran lê reşandin. Bi rêbazên serdegirtin, êriş û sûîqestê çalakî hate lidarxistin û ev çalakî li dijî hewldana dagirkeriyê veguherî operasyoneke şoreşgerî. Helîkopterên Skorsky û Kobra yên ku ji bo leşkeran ji dorpêçê derxînin hatin, bûn hedefa hêzên me. Di encamê de derb li helîkoptereke Skorsky û helîkoptereke Kobra hate xistin û helîkopter neçar man ji herêmê biçin. Di vê operasyona şoreşgerî de 22 leşker-kontra hatin cezkairin, 8 leşker-kontra birîndar bûn.

Hêzên me ku kirin dijmin gelek kuştiyan bide, çûn ser cenazeyên dijmin û 4 çenteyên leşkerî, dûrbîneke rojê û gelek alavên leşkerî desteser kirin. Hêzên me demeke dirêj cenazeyên dijmin kontrol kirin û hêzên dagirker nekarîn dest li qadê werdin. Dagirkerên ku derba dîrokî xwarin neçar man ji qadê vekişin. Di vî şerî de hevrêya me Warşîn bi ruhê fermandar Egîd bi ser dijmin ve çû, bi rengekî fedayî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Di dema şer de artêşa TC a dagirker êriş bir ser wesayiteke sivîlan û bexçeyên şêniyên herêmê.

Bi şev jî balafirên şer bombe li derdora Pîrbûla û Mînîne barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat, lê belê xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû.

HÊZÊN YJA STARÊ 15'Ê TEBAXÊ SILAV KIRIN: 12 LEŞKER HATIN CEZAKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê roja 8'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li navbera gundên Hêşet û Osyanê yên navçeya Berwarî ya Sêrtê, li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrbê hate îmahkirin, 12 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

LI BANÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

30'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê artêşa TC a dagirker li qada gundê Banê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombardûman li herêmê kir û piştre leşkerên xwe danî herêmê. Di operasyonê de ku heta 5'ê Tebaxê dewam kir, hevrêyên me Rohat, Brûsk û Botan şehîd bûn. Agahiyên têkildarî hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

LI BAJÊRGANÊ OPERASYON

2'ê Tebaxê artêşa TC a dagirker li qada Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kir û 7'ê Tebaxê bêencam bi dawî bû.

LI HERÊMA ZAPÊ BOMBARDÛMAN

Balafirên şer 8'ê Tebaxê saet di 12:00 de qadên Sîdan, Kurojaro û Werxelê û saet 21:30'î jî qada Saca yên Zapê bombe kirin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."