Demîrtaş: Ez ê vê êvarê e-mitingê bikim!

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgeha Edîrneyê daxuyaniyên nû da. Demîrtaş bang li dengdêra kir û got, "Teqez biçin cihên dengdanê û dengê xwe bidin."

Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê twitterê ev mesaj weşand:

1- Parvekirin xweş e. Xweş e ku mirov nên, kêfxweşî, êş, derd û jiyanê parve bikin. Parvekirina erk, rêveberî, pirsgirêk û çareseriyan welêt xweş dike. Eger tu bêje 'illehî bila her tişt ê min be, tiştek nabe yê te'. Ji mirovekî bi tenê bawer nekin, ji gelek mirovan bawer bikin. Ji ber ku em bi hev re bedew in.

2- Roja 24'ê Hezîranê dawî li desthilatdariya AKP'ê ya 16 salan tê. Hûn ê bibînin, kesên dengdane AKP'ê wê bêhn bê ber wan jî. Aramî û piştrastiya ku partiya wan li desthilatdariyê bû nedîtin, wê bibînin. Mafê 81 milyon kesî ye ku bi rengekî wekhev û azad bijîn.

3- Dibêjin, 'nebaşiyek carna ji hezar şîretî çêtir e'. Nebaşiya bi serê me ve hatiye, ji bo me hemûyan, ji bo hemû siyasetmedaran şîret e. Sûnî, Elewî, Kurd, Tirk, mûxafazakar, sekuler, Kemalîst, sosyalîst ên welêt, bi dersên ji dema bihurî wergirtî divê destekê bidin pêvajoya derbasbûn nava demokrasiyê.

4- Em destpêkê bi hev re demokrasiyeke xurt û mayinde ava bikin. Em aştiya navxweyî biafirînin û di nava ewlehiyê de bijîn. Em vê yekê bi Destûra Bingehîn a nû tacîdar bikin. Piştre jî di nava demokrasiyê de em bikevin nava pêşbirka siyasî. Ne bila tirsa parçebûnê bimîne, ne jî ya înkarê.

5- Ya ku Tirkiyeyê deyne ser rêya rast, yekîtiya demokratîk e, tekperestî nîne. Em ê bi vê feraset û rêbazê, hemû pirsgirêkên şîdet û çekê di demeke kin de ji rojeva welêt bi temamî derxînin. 24'ê Hezîranê wê pêşî li aştiya mezin veke. Bila her kes ji guhertinê re amade be. Guhertin xweş e.

6- HDP mifteya vê guhetinê ye. Her dengekî ji HDP'ê re bê dayin wê bibe tevkarî li paşeroja ronî û yekîtiya welêt re. HDP jî wê bi vê bîr û baweriyê, bi vê berpirsyariyê ji bo paşeroja demokratîk ji rêya aştiyê qet dernekeve. Bila dilê we rehet be.

7- Teqez biçin cihê dengdanê. Dengê xwe bidin demokrasiyê. Xwedî li dengê xwe derkevin û bi vî rengî dest bi pêvajoya guhertinê bikin. Pê bawer bim ku em ê bi hev re tiştên gelekî xweş bikin. Parvekirin xweş e, weri em bi hev re bedew bibin. Dengek ji HDP'ê re, dengek jî ji Demîrtaş re, ji bo bedewbûnê.

8- Herî dawî ez bangekê bikim. Vê êvarê saet navbera 19:30-21:30'î ez ê ji vê derê e-mitingê bikim. Parêzerên min wê mesajên min ên ji girtîgehê bi lez û bez bigihînin we. Ez li benda we hemûya me ku tevlî mîtîngê bibin. Rahêjin al û pankartên xwe û werin. Wê xweş be :)