Demîrtaş bi nîşaneya serkeftinê hate birêkirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş ê girtî piştî 434 rojan derket pêşberî dadger.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî 434 rojên girtî, cara yekê derket pêşberî dadgeriyê. Li salona rûniştinê ya 38. Dadgeha Ceza ya Asliyê ya Edliyeya Bakirkoyê, di doza 'heqareta li Serokkomar' lê hate vekirin de, ku ji ber daxuyaniya xwe ya vegera ji serdana Rûsyayê li balafirgehê tê darizandin. Ji bo piştgiriya Demîrtaş bi hezaran kes herikîn li pêşiya avaiya Edliyeya Bakirkoyê. Gel dibin dorpêça polîsan a bi seatan de dirûşmeyên ‘Selo başkan’, ‘HDP gel e gel li vire’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ qîrkirin. Hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, parlamenterên HDP û CHP’ê, rêveberên sefaretxaneya Swêd, Elmanya, Danîmarka û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî beşdarî rûniştina dozê bûn. Demîrtaş bi silavdayîna gel re derbasî nava salonê bû.

Demîrtaş di salonê de spasiya hemû gelên ku ji derve û hindir de piştigirya wî dikin kir.

‘BIRYAREKÎ REZÎL DERXISTIN’

Demîrtaş got ku ji bo ku di referandûmê de encama dixwazin derbixin bi aweyekî lez, ne li gorî qanûnan rewşek avakirin û wiha domand:“Di hilbijartinsên Serokkomariyê de ji 3’ê namzetan yek jî ezin. Hemû yên mûhatap bernamzetin. Mijarekî wiha siyasî ku dayîn we barekî gelek girane. Di dema referandûmê de biryarekî rezîl derxistin. Rakirina destlêdayînê ne tiştek ji rêzê ye. Eger ku karekî li dijî Destûra Bingehîn hatibe kirin divê were kontrolkirin. Tişta ku li vir hûn bikin vê dosyayê hûnê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn û vê bêhiquqiyê ji holê rakirin e”.

DOZ TALOQÎ 17’Ê GULANÊ HATE KIRIN

Demîrtaş, got ku “Min hê parastina xwe ne kiriye’ û di rûniştina doza bê de daxwaza sepandaina SEGBÎS'ê lê’neyê kirin kir. Tevî ku parêzeran ji bo li ber çavgirtina vê daxwazê bi israr kirin jî heyata dadgehê ji bo dozê 17’ê Gulan nîşankir û doz taloq kir.

Heyeta dadgehê ji bo nirxandina daxwazê ji parêzeran agahiyên berfirehitr daxwaz kir û ji bo vê jî dem da.

Demîrtaş ê ku bi nîşaneyên serkeftinê ji salonê hatî derxistin wiha got; “Hevalno, baş li xwe binêrin’.