De Mîstûra hişyarî da aliyan: Nîqaşê li ser meşrûtiyetê nekin

Tûra 8. a hevdîtinên Cenevreyê, bi hevdîtina Nûnerê NY ê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra bi heyeta rejîmê re dewam kir. De Mîstûra her wiha bi daxuyaniyekê hişyarî da aliyan.

Di roja duyemîn a tûra 8. a hevdîtinên Cenevreyê de ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareseriya siyasî ya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tê kirin, Nûnerê NY ê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra bi heyeta rejîmê re rûnişt.

De Mîstûra ku bi hevdîtina pêr a bi heyeta mûxalefetê re dest bi tûra 8. a hevdîtinan kir, duh jî bi rejîma heyetê ya bi serokatiya Nûnerê Timî yê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî re rûnişt.

De Mîstûra di nava rojê de ewilî serdana heyeta rejîmê li otela Movenpîckê kir. Piştî vê serdanê de Mîstûra bersiv da pirsên rojnamevnan û anî ziman ku ew dixwaze di hefteya bê de hevdîtinan dewam bike. Ji bo pirsa 'gelo wê alî li dora heman maseyê li hev rûnên?' de Mîstûra got, "Em ê li ser vê mijarê û gelek mijarên weke vê, bi aliyan re biaxivin."

Piştî vê hevdîtinê de Mîstûra, bi heyeta rejîmê ya bi serokatiya Caferî re li buroya NY a li Cenevreyê danê êvarê hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên ji kûlîsan hatin bidestxistin, heyeta rejîmê daye xuyakirin ku ew 'mûxalîfên' ji bo Cenevreyê hatine vexwendin mûxatab nabînin û ne alîgirin ku bi van koman re çareseriyeke siyasî bikin. 'Mûxalîf'ên ku roj bi roj li ser rûyê erdê qels dibin, dixwazin ku di pêvajoya derbasbûnê de Esad nebe.

Wekî din, tê gotin ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA Davîd Satterfîel ku duh bi 'mûxalîfên' tevlî hevdîtinê bûn re rûnişt û ji wan re gotiye ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî beşdarî hevdîtinan bibe.

DE MÎSTÛRA HIŞYARÎ DA ALIYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra duh bi şev bi rêya navenda çapemeniyê ya Buroya NY a Cenevreyê daxuyaniyke da û hişyarî da aliyên tevlî hevdîtinan bûne. De Mîstûra diyar kir ku divê alî xwe ji nîqaşên meşrûtiyetê vegirin. De Mîstûra destnîşan kir ku di hevdîtinan de wê pêş şertên aliyan neyên nîqaşkirin, wê paşeroja gelên Sûriyeyê bê nîqaşkirin.