Daxwaza berdana lîderê ETA'yê yê nexweş nehate qebûlkirin

Ji lîderên ETA'yê Josu Ternera kku ji meha Gulanê ve li Fransayê girtî ye û nexweş e, daxwaz hate kirin ku bi şert bê berdan, lê belê ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve nehate qebûlkirin.

Li Dadgeha Temyîzê ya li Parîsê, daxwaza parêzerên Josu Ternera ya ji bo berdana bi şert hate nirxandin. Yek ji pêşengên ETA'yê Josu Antonio Urrutikoetxea Bengoetxea (Ternera) tevî vê daxwazê jî nehate berdan.

Parêzer Laure Heinich luijer diyar kir ku muwekîlê wan bi nexweşiya kanserê ye, çend roj berê emeliyat bûye û destnîşan kir ku bernedana Ternera biryareke siyasî ye. Parêzer anî ziman ku di şert û mercên asayî de diviyabû serlêdana wan bihata qebûlkirin û got, wê biryarê bibe ber destê dadgeheke bilindtir.