Daxuyaniyên destpêkê yên Rûhanî û Xameneyî

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û lîderê olî Ayetûllah Alî Xameneyî piştî êrişên li dijî baregehên DYE'yê daxuyanî dan.

Li gorî Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, dibe ku Emerîkiyan 'Milên Silêmanî' jê kirin, lê belê Îran wê 'lingê' Emerîka yê li herêmê jê bike û bi vî rengî bersivê bide.

XAMENEYÎ: DIJMIN EMERÎKA YE

Lîderê olî yê Îranê Xameneyî jî anî ziman ku wan sîle li rûyê Emerîkiyan xistine. Xameneyî anî ziman ku hebûna Emerîkiyan li herêmê 'çavkaniya nelirêtiyê' ye û xwest biçin. Xameneyî got, "Dijmin Emerîka ye, Îsraîl e, sîstema pozbilind e."

Xameneyî ku bi gotina 'Sîstema pozbilind' bal kişand ser cîhana rojavayî, girêdana xwe ya bi bernameya nukleerê careke din destnîşan kir. Li gorî Xameneyî destberdana ji bernameya nukleerî wê rê li ber serweriya Emerîkiyan veke.

LI TEHRANÊ XWEPÊŞANDANÊN KÊFXWEŞIYÊ

Piştî ku Îranê di şeva Sêşem û Çarşemê de li du baregehên Emerîkî yên li Iraqê xist, li Tehranê xwepêşandanên kêfxweşiyê hatin kirin. Ji sibehê ve gelek kesî bi alên Îranê û posterên Qasim Silêmanî xwepêşandan kirin.