Daxuyaniya DYE der barê qeyûm: Cihê fikaran e

Rêveberiya DYE'yê der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de diyar kir, ew alîgir in ku bi Kurdan re di têkiliyê de nêzîkatiyeke 'xweşbînî' bê nîşandan.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Morgan Ortagûs diyar kir, dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê cihê fikaran e.

Ortagûs ji çapemeniyê re axivî û got, "Dûrxistina hilbijartiyan û bicihkirina nehilbijartiyan li şûna wan timî cihê fikaran e."

Ortagûs destnîşan kir ku ew alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û xweşbînî bê çareserkirin.

Ortagûs got, "Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pîvana demokrasiyê vê meseleyê çareser bike û bi Kurdan re di têkiliya xwe de her tim bi xweşbînî nêzîk bibe."