Daristan dibe ku hîn bêhtir bişewitin

Li gorî lêkolîneke ku li Awûstralyayê hate kirin, şewata daristanan a ku par welat bir ber felaketeke mezin a ekolojîk, wê dema bê hîn bêhtir û demdirêj rû bidin.

Şewata ku par meha Hezîranê dest pê kir û heta 8'ê Adara 2020'an dewam kir, bû sedem ku qadeke ji 19 milyon hektarî û bi hezaran avahî bişewitin. Herî kêm 34 kesî jiyana xwe ji dest dan û derdora milyarek heywan telef bûn.

Hikumetê soz dabû ku ji bo lêkolînkirina şewata li welêt komîsyonekê ava bike. Komîsyonê doh dest bi kar kir. Komîsyona ku dixwaze asta amadekariyê ya Awûstralyayê ya têkildarî felaketên xwezayî baş bike, heta meha Tebaxê wê bi gelek zanyaran re bicive.

TESPÎTA DESTPÊKÊ: ŞEWAT DIBE KU HÎN BÊHTIR RÛ BIDIN Û DEMDIRÊJ BIN

Yek ji mijarên ku li Awûstralyayê cihê fikaran e, sedema şewata li daristanan e û dema bê wê di kîjan astê de be.

Endamên komîsyonê ku bi navê Komîsyona Lêpirsînê ya Qraliyetê dest bi kar kirin, doh bi pisporê klîmayê ê ji Buroya Meteorolojiyê ya Neteweyî Karl Braganza re hevdîtin kirin. Li gorî Braganza divê Awûstralya 'hînî' şewatê bibe.

LI GORÎ SEDSALÊN 19 Û 20'AN ŞEWAT BÊHTIR RÛ DIDIN

Braganza destnîşan kir ku şewata par dest pê kir û 9 mehan dewam kir 'îstîsnaî' nîne û destnîşan kir, sedema rûdana şewatê demên ziwatiyê ye ku dirêjtir dibe. Braganza bal kişand ser zêdebûna hejmara rûdana şewatê ku vê sedsalê ji ber ziwatiyê pêk hatin û got, "Dema ku mirov li daneyên hewayê yên têkildarî van bûyeran dinerin dibînin ku timî zêde dibin."

Braganza bal kişand ser sedsalên 19 û 20'an û destnîşan kir ku şewata wê demê ya li daristanan li gorî vê sedsalê kêmtir bû.

GERMAHIYA GLOBAL DEMSALA HAVÎNÊ DIRÊJ DIKE

Yek ji tespîtên zanyaran ên li ser şewata li daristanan ew e ku ji ber germahiya global demsala havînê dirêj dibe û demsala zivistanê jî kurt dibe.