'DAIŞ'ê li Mûsilê têkçûn qebûl kir'

Berpirsê YNK'ê yê Mûsilê Sûrçî derbarê operasyona Mûsilê got, bi teqandina Mizgefta Nûrê ku Bexdadî 'xelîfetî' lê ragihandibû DAIŞ'ê têkçûna xwe qebûl kiriye.

Operasyona artêşa Iraqê û hêzên bi ser wê ve ku bi desteka hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hêzên koalîsyonê bi mebesta ku Mûsilê ji dest DAIŞ'ê paqij bikin ku 17'ê Cotmeha 2016'an dest pê kirî berdewam dike. Têkildarî operasyonên ku çete li bajêr li çend herêmên bajêr asê kirine, berpirsê YNK'ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî axivî û got bi teqandina Mizgefta Nûrê ku serek çete Bexdadî lê 'xelîfetî' ragihandibû DAIŞ'ê têkçûna xwe qebûl kiriye.

TAXÊN KU ŞER LÊ BERDEWAM DIKIN

Sûrçî got operasyona li rojavayê Mûsilê ku weke Mûsila Berê tê zanîn didome û got: ''Operasyon niha li Mûsila Berê, li cihê bazarê dewam dike. Ev der navenda bajêr a berê ye. Herêmeke wiha ye ku kuçeyên wê pir teng in. Ev der ji taxên Bab El Seraya, Kolana Farûq û Bab El Top pêk tên.''

MIZGEGTA NÛRÊ XWEDÎ WATEYEKE SEMBOLÎK BÛ

Sûrçî got li derdora Mizgefata Nûrê di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran heye û got, herêma navborî ji bo du aliyan jî xwedî 'wateyeke e sembolîk e' û wiha domand: ''Li derdora Mizgefta Nûrê DAIŞ kete berxwedaneke dijwar. Ev der hem xwedî grîngiyeke stratejîk e û hem jî ji ber ku Bexdadî xîlafet lê ragihandibû xwedî wateyeke sembolîk e. Ji bo vê jî şerê li vir pir dijwar e. Artêşa Iraqê ji bo ku ev der hilneweşe pir hewl da. Ji ber ku ji bo wan pir girîng bû ku bêyî ziyan bigihe wir, dixwestin bi dest bixin.''

DAIŞ'Ê TÊKÇÛN QEBÛL KIR

Li ser mijara ku artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê ji hilweşandina Mizgefta Nûrê û mînareya dîrokî ya Hedbayê hev tawanbar dikin, Sûrçî wiha got: ''Ne rast e ku Mizgefta Nûr û mînareya Hedba ji hêla DYA'yê ve hatiye hilweşandin. Heke DYA'ê bixwest beriya bi mehan dikarîbû êrîşeke hewayî pêk bîne û vir tine bike. Tinekirina vê mizgeftê û mînareya dîrokî tê maneya ku DAIŞ'ê li Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe. Ango DAIŞ dibêje êdî nikarim vir biparêzim.''

'LI BAJÊR 80 HEZAR SIVÎL HENE'

Sûrçî got ew texmîn dikin ku li Mûsila Berê 80 hezar sivîl hene û gelek sivîl ji ber bombekirinan, şer û nebûna zad jiyana xwe ji dest dane û got: 'Tê gotin dema ku mizgeft hatiye teqandin zêdetirî 100 jin, zarok di bin kaviland de mane. Li gorî texmînên min niha li herêmên ku DAIŞ kontrol dike zêdetirî 80 hezaran sivîl hene. Vna mirovan dikine mertalên zindî. Hebûna sivîlan jî dibe sedem ku operasyon bi giranî bidome.''

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê XWE TEVLÎ NAV SIVÎLAN DIKIN

Xeyas Sûrçî, berpirsê YNK'ê yê Mûsilê got çeteyên DAIŞ'ê xwe tevlî nav sivîlan dikin û hewl didin ji bajêr derkevin û wiha domand: ''Li gorî texmînan ji 500'î kêmtir çeteyên DAIŞ'ê yên çekdar li bajêr mane. Ji ber ku bi temamî dor li wan hatiye pêçand herî pir dikevin nav sivîlan û hewl didin birevin. Heta niha gelek kes hatine binçavkirin. Lê teqez e ku hin ji wan ji kontrolan derbas bûne û xwe gihandine kampan.''