Covîd-19 li tûrîzmê da, avhewa jî rizgar kir

Tûrîzma navneteweyî ji ber metirsiya şewbê li ber têkçûnê ye. Hate dîtin ku bandora tûrîzma zêde ya bêkontrol a li ser hawirdorê û avhewayê nemaye.

Ji ber şewba Covîd-19 ya vîrûsa korona ya bi tîpa nû, tûrîzma li qada navneteweyî gelekî kêm bû.

'DIBE KU HETA RÊJEYA 80 JI SEDÎ KÊM BIBE'

Li gorî daneyên Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) tûrîzma ku ji meha Adarê ve qonax bi qonax kêm bû, hîn jî kêm dibe. Tûrîzma navneteweyî ku di çaryeka destpêkê ya salê de bi rêjeya 22 ji sedî kêm bû, tenê di meha Adarê de bi rêjeya 57 ji sedî kêm bûbû.

Di meha Nîsanê de jî kêm bû û tê texmînkirin ku li gorî sala derbasbûyî wê îsal di asta 58 heta 78 ji sedî de kêm bibe. Tê gotin ku ger û geşta tûrîstîk a li qada navneteweyî li gorî dema vekirina sînoran wê biguhere. Eger sînor di meha Tîrmehê de bên vekirin wê rêjeya kêmbûna tûrîzmê li gorî sala derbasbûyî 58 ji sedî be, eger meha Îlonê bê vekirin wê 70 ji sedî be, eger meha Kanûnê bê vekirin wê 78 ji sedî be.

WINDAHIYEK JI DEHAN MILYAR DOLARÎ

Li gorî daneyên UNWTO'yê, windahiya aborî ya îsal wê bi sedan milyar dolarî be. Li sektora tûrîzmê tenê sê mehên destpêkê 80 milyar dolar hate windakirin.

Ji bo tevahiya salê tê texmînkirin ku bi sedan milyar dolar windahî çêbibe. Ev jî tê wê wateyê ku tenê îsal zêdeyî 5 milyon kes karê xwe winda bikin.

BI KÊRÎ HAWIRDORÊ Û AVHEWAYÊ TÊ

Li gel vê yekê wê bandoreke erênî li avhewa û xwezayê bibe. Li gorî daneyên qenala bi navê "Datatagûeûle" ya li Fransayê li ser Yoûtûbeyê weşanê dike, di belavkirina gaza karbondîoksîtê de para keştî û balafiran 8 ji sedî ye. Para giştî ya tûrîzma navneteweyî li aboriya cîhanê jî bi giştî 3.2 ji sedî ye, yanî derdora 5 trîlyon dolar e. Yanî ji qezenca xwe ya malî bêhtir bi 2.5 qatî zêdetir zerarê dide dinyayê.

Ji ber germahiya hewayê di nava dehan salên bê de gelek felaketên avhewayî dihatin texmînkirin. Bi astengkirina van felaketan re dinya wê ji windakirina bi tîlyonan dolarî jî rizgar bibe.