Colemêrg bûye navenda bajarê qedexeyan

Dewleta Tirk ku li Colemêrg zozan û çêrî qedexe kirî niha jî latên mezin li rêyên ketina taxan datîne. Welatî bi şev û roj bi kontrola nasnameyê dikarin biçin malên xwe.

Hikûmeta AKP’ê tevî ku bi fermî Rewşa Awarte rakiriye jî lê li bajarên Kurdistanê bi pêkanînên rêveberiya jidiyayî Rewşa Awarte didomîne. Dewleta ku li Colemêrgê bi hinceta ‘Herêma Ewlehiyê’ bi sedan zozan û çêrî qedexekirî niha jî gundiyên diçin zozanan pêkanîna kontrolkirina pasaportan li ser wan tê ferzkirin. Tevî ku bajarê Colemêrgê cîranê Rojhilat û Başûrê Kurdistaniyê ye dewleta Tirk bi girtina deriyên sînor re nahêle gel bazirganiyê bike.

AKP ya ku bazirganiya sînor a gel qedexe dike li aliyê din çavê xwe ji bazirganiya alîgirên xwe û hêzên leşkerî re digre. Hema bêje her roj leşker û alîgirên AKP’ê li ser sînor bazirganiyê dikin. Li navçeya Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê 30 herêm di navbera 6-20’ê Îlonê de bi hinceta ‘herêma ewlehiya taybet’ ji sivîlan re hate qedexekirin. Dewleta Tirk bi navê ‘herêma ewlehiya taybet’ çandinî û lawirvaniya gel asteng dike.

TAXEKÎ BÊYÎ XENDEK Û BEND NÎNE

AKP bi qedexeyan ambargoya aborî li ser gel pêk tîne û rêyên çûyîn hatina tax û gundan yên ji bo navenda bajar jî asteng dike. Hêzên dewletê bi xendeK û kevirên mezin ên li ser rêyan bicih kirin çûyin-hatin, kirîn-firotina gel dixwaze asteng bike. Gel neçar dimîne ji taxên cûda biçin malên xwe. Li rêyên ku xendeq û bend nîne jî hêzên dewletê û cenderme bi kontrolkirina nasnameyan re destûrê didin ku welatî biçin taxên xwe.

Dewletê bajarê Colemêrgê dorpêç kiriye û li hemû girên navenda bajar xuya dike, qereqol û kûleyên şopandinê çêkiriye. Hêzên dewletê bi qereqol û kûleyên şopandinê 24 seatan gel dişopîne, bi şev-roj nasnameyên gel kontrol dike. Gelê Colemêrgê bi pêkanînên dewletê di nava Rewşa Awarte de Rewşa Awarte dijîn nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Gel dibêje dewlet ji ber ku ji me ditirse van pêkanînan dike.

‘DEWLET GEL WEKE DIJMIN DIBÎNE’

Hemwelatiyek ji ber rewşa ewlehiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike got rêya bi mesafeya 100 metre bi pêkanîn dewletê re bûye 10 kîlometre û wiha got; “Dewlet ewqasî ji me ditirse her cih qedexe dike. Destpêkê çiya û çêrî qedexekir. Niha tax û navenda bajar qedexe dike. Îro em nikarin ji taxekê derbasî taxa din bibin. Destpêkê li ser rêyan xendeq kolan û niha jî kevirên mezin bicih dikin. Demek nêz wê di navbera taxan de kontrola pasaportan jî bikin. Eger dewlet ji me ne tirse wê ev qedexe pêk ne aniya.”

‘TIRSA WAN WÊ ROJEK BIBE DAWIYA WAN’

Kesekî din jî got dewlet wana weke dijmin dibîne û wiha domand; “Tirsa ji gel çûye nava wan. Ji ber vê jî li her cihê bajar qereqol, xendeq, bendên kontorlê û kamerayên ewlehiyê bicih dikin. Ev pêkanîn ne bes bûn niha jî kevirên mezin li ser rêyan bicih dikin. Ev tirsa wan wê rojekê bibe dawiya wan.”