Ciwanên Kurd ên li nava artêşa Tirk, yek bi yek tên kuştin!

Mehmet Boztepe yê ji Rihayê ku li Enqereyê di nava artêşa Tirk de leşkerî dikir, hate kuştin. Dewleta Tirk îdîa kir ku Boztepe xwe kuştiye, lê tê gotin, Boztepe hatiye kuştin.

Ciwanên Kurd ên li nava artêşa Tirk leşkeriyê dikin yek bi yek tên kuştin. Dewleta Tirk îdîa dike ku ciwanên Kurd xwe dikuj in, lê tê gotin ku ciwan tên kuştin û weke ku întihar kirine tê nîşandan.

Mehmet Boztepe yê ji Rihayê li Mehmetçîk Gazînosû ya li taxa Ûlûsê ya navçeya Altindag a Enqereyê leşkerî dikir û hate îdîakirin ku xwe kuştiye. Cenazeyê Boztepe doh bi şev li kulûbeya nobedê hate dîtin.

Malbat çû Enqereyê û piştî otopsiyê wê cenazeyê kurê xwe rake. Cenazeyê Boztepe wê li navçeya Heweng a Rihayê were veşartin.

DEREWA 'XWE KUŞTIYE' TIMÎ TÊ KIRIN

Ji bo Omer Farûk Demîrkol ê ji Rihayê jî hatibû îdîa kirin ku li Fermandariya Jendermeyan a Kîlîsê xwe kuştiye.

Piraniya ciwanên ku tê gotin di nava artêşa Tirk de 'xwe kuştine' Kurd in. Gelek caran fîşek li pişta wan dikevin û ji bo vê yekê jî dibêjin 'xwe bi xwe kuştiye'.