Ciwanên Kurd li Parîsê ji bo Ocalan çalakî li dar xistin

Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd ji bo Ocalan li banliyoya Vîllîers-le-Bel çalakiyek li dar xistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) di çarçoveya pêngava "Nehêle" de bi dirûşma "Rê nede tecrîdê" êvara Duşemê li banliyoya Vîllîers-le-Bel çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de şewata li Girava Îmraliyê hate bibîrxistin û hate xwestin, parêzer û heyeteke serbixwe biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re bikin.

Ciwan danê êvarê saet di 19:30'î de li hev kom bûn û bi posterên Ocalan dest bi meşê kirin. Ciwanan di meşê de bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşm qîriyan û fîşekên hewayî û dûyê reng bi reng bi kar anîn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Em ê cîhaneke bêyî Ocalan bi serê we ve bînin xwarê", "Bijî Rêber Apo" û "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.

Piştî meşa ku nêzî saetekê dom kir, çalak li ber gar a trenê y Vîllîers-le-Bel li hev kom bûn. Çalakgeran destnîşan kirin ku heta bersiv ji daxwazên wan re bê dayin wê çalakiyên xwe dewam bikin.