Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê di sporê de bi ser dikevin

Ciwanên Kurd ên herêmên cihê yên Rûsyayê di beşên cihê yên sporê de serkeftinên girîng bi dest dixin.

Li Rûsyayê bala gelek ciwanên Kurd li ser spora lêdanê ye û her sal serkeftinên mezin bi dest dixin.

Îsal jî di tûrnûwayên li herêmên Saratov û Krasnodarê ciwanên Kurd derketin pêş.

Di 14-15’ê Sibatê de li tûrnûwaya lêdanê ya MMA de ya ku li bajarê Saratovê hate lidarxistin, Marat Abdiyev di giraniya 65.8 kîloyan de bû yekemîn, Tahîr Yûsûbov di giraniya 120 kîloyan de bû duyemîn û Temûz Rûsmavov jî di giraniya 70 kîloyî de bû sêyemîn.

Li herêma Krasnodarê jî di tûrnûwaya hunera lêdana leşkerî de ya ku di 21-23’ê Sibatê de hate lidarxistin, ciwanên Kurd ên bi navê Avdulayev Xidir Xudêdayevîç bû yekemîn, Avdulayev Artem Manafovîç bû duyemîn.

Avdlayev Aslan Saroyevîç jî di 5-7’ê Sibatê de di tûrnûwaya karateyê de ya li bajarê Soçiyê bûbû yekemîn.

Di şampîyonatiya Taî Boksê de ya ku di 13-16’ê Çileyê de li herêma Krasnodarê pêk hatibû ciwanê Kurd ê bi navê Riza Gasanov bûbû yekemîn.

Gasanov di sala 2020’an de jî di tûrnûyaya gulaşê de bûbû yekemîn û di şampîyona Rûsyayê de ya di 2’ê Cotmeha 2020’an de jî bûbû sêyemîn.