Ciwanên Başûr ref bi ref tevlî Cenga Rojava dibin

Koma 8’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ ya Rojavayê Kurdistanê bûn.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Koma 8’emîn a Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkerî û êrîşên bi armanca qirkirina Kurd, tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûn.

Koma 8’emîn a ciwanên Başûr ji bajarê Silêmanî û Ranyayê ne.

Tê gotin ku heta niha 65 ciwan ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedana Rojava bûne.