Ciwanên başûr bi tevlîbûna nav refên gerîla bersiv didin

Ciwanên başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna nav refên gerîla bersivê didin dagirkeriya Tirk û nokerê wan ên xwemalî.

Ciwanên başûrê Kurdistanê ji bo ku bersivê bidin dagirkeriya Tirk û nokerên wan ên xwemalî tevlî nav refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dibin.

Hin ciwanên niştimanperwer ên başûrê Kurdistanê dîmeneke ku girtine ji ajansa me ANF'ê re şandine. Di dîmenan de ciwanên niştimanperwer ên başûrî dibêjin ew li dijî dagirkeriya qirker a Tirk û nokerên wan ên xwemalî nikarin bêdeng bimînin, ew ê rahêjin çekê û li dijî dagirkeriyê û xayintiyê şerê azadiya Kurdsitanê bikin.

Ciwan di vîdeoyê de bang li hemû ciwanên başûrê Kurdistanê yên niştimanperwer dikin ku tevlî nav refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bibin. Ciwan dibêjin, ''Daxwaza me ew e ku ciwanên din ên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin, tevlî nav refên gerîla bibin û werin tevlî nav şerê azadiyê bibin.''