Civîna YE ya ji bo kêmkirina bandora Rûsyayê îro dest pê dike

Yekîtiya Ewropa (YE) îro bi welatên Yekîtiya Sowyetan a berê (SSCB) re civîneke bilind pêk tîne. Bi vê civînê re tê xwestin ku bandora Rûsyayê ya li ser van welatan bê kêmkirin.

5. Civîna Bilind a Hevkariya Rojhilat, ku îro li Brukselê dest pê dike, bi beşdariya Ûkrayna, Gurîstan, Belarûs, Azerbaycan, Moldovya û Ermenîstanê pêk tê.

Ûkrayna, Azerbaycan, Gurcîstan, Ermenîstan û Moldovya di asta serokkomarî ya jî serokwezaretiyê de tevlî civîna bilind dibe. Belarûs a ku bi Rûsyayê re xwedî têkiliyeke xurt e, di asta Wezîrê Karên Derve de wê bê temsîlkirin.

Ji Yekîtiya Ewropayê jî wê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk, Serokê Komîsyonê Jean-Claûde Jûncker û Serokê Parlamenta Ewropayê Antonîo Tajanî li gel serokên dewlet û hikumetên hin welatan, wê tevlî civînê bibin.

Di civîna bilind de wê mijarên; mezinkirina hevkariya welatên SSCB a berê bi Yekîtiya Ewropayê re, xurtkirina bazirganiya serbest, enerjî, ragihandin, rêveberiya saziyî û pêşvebirina aboriyê bên nirxandin.

BENDEWARIYÊN ABORÎ YÊN ÛKRAYNAYÊ HENE

Ûkrayna, ku sala 2014'an bi Yekîtiya Ewropayê re Peymana Hevkariyê îmze kir û ji havînê û pê ve welatiyên wê dikarin bê vîze bikevin nava Yekîtiya Ewropayê, dixwaze bibe endamê yekîtiyê. Ûkrayna ku ji dawiya sala 2013'an û pê ve alîgirên cîhana Rojava û Rûsyayê li hemberî hev dest bi şer kirin û beşeke girîng a herêmên rojhilat di destê milîsên Rûs de ne, ji bo dawîanîna li krîza aborî li benda alîkariya aborî ya Yekîtiya Ewropayê.

Belarûs jî ku Aleksander Lûkaşenko wê bi rê ve dibe, tenê wezîrê xwe yê karên derve dişîne civîna bilind. Qedexeya li ser ger û geşta Lûkaşenko ya li Ewropayê, par hatibû rakirin. Lê belê Belarûs di nava welatên berê yên SSCB de welatê herî zêde bi Rûsyayê re xwedî têkiliyeke xurt e.

POLÎTÎKAYA ENERJIYÊ JÎ WÊ WERE NIRXANDIN

Di civîna bilind de wê mijara enerjiyê, bi taybetî paşeroja Korîdora Gaza Başûr bê nirxandin. Bi projeya navborî re tê xwestin ku gaza li Derya Hazarê ku Azerbaycan, Kazakîsan û Tirkmenîstan li dorê ne, di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê were kirin. Bi vê projeyê re tê xwestin, girêdana Yekîtiya Ewropayê ya bi Rûsyayê re ya ji ber enerjiyê bê kêmkirin.

Di civîna bilind de li gel nirxandina pirsgirêka Karabagê ya navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, wê pirsgirêkên saziyî yên li 6 welatan jî bên nirxandin.

JI ALÎKARIYÊN MALÎ YÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ SÛDÊ WERDIGIRIN

Di çarçoveya bernameya Yekîtiya Ewropayê ya bi navê Hevkariya Rojhilat de, ku sala 2009'an li paytexta Çekya Pragê hat destpêkirin, ji 6 welatên berê yên SSCB re di fonên cuda de 3,2 mîlyar Euro fînansman hatibû dayin. Ji Ûkraynayê re di sala 2014'an de 300 mîlyon Euro hatibû veqetandin.