Civîna Kore ya li Pyongyangê didome

Hevdîtina di nav bera Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-în û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn di roja 2’emîn de didome. Hate ragihandin ku herdu aliyan biryarên girîng îmze kirine.

Serokê Dewleta Komara Kore (Koreya Başûr) Moon Jae-în ji bo hevdîtina 3’emîn ya îsal a bi lîderê Komara Gel a Demokratîk ya Kore (Koreya Bakur) Kîm Jong-ûn re roja Sêşemê çûbû Pyongyangê. Moon bi vê serdana xwe re di nava 11 salan de bû lîderê yekemin yê Koreya Başûr ku çûyî Koreya Bakur.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-în di roja 2’emîn a civinê de daxuaynî da û got, Kîm Jong-ûn dibin çavdêriya pîsporên navnetewî de rakirina îstasyona testê ya matora moşek û rampeya avêtina moşekan qebûl kiriye.

Lîderê Koreya Başûr got, ger DYA li dijî Koreya Bakur gavên pêwîst bavêje wê pêngavên girîng were avêtin û  kompleksa nukleer a giştî ya Nyongbyonê ji holê were rakirin.

Moon û Kîm di roja 2’an a hevdîtina li Pyongyangê belavokekî hevpar jî îmzekirin. Herdu lîderan biryar dan ku mayînên li gundê di nav bera sînorê herdu welatan de werin rakirin. Kîm diyar kir ku di demê pêş de wê serdana Koreya Başûr bike.

ÇI BÛBÛ?

Moon û Kîm Nîsana 2017’an de li gundê Agirbest Panmûnjom yê li sînorê herdu welatan lihev civiyabûn. Piştî civînê herdu lîderan daxuyaniyek hevpar dan û hate gotin ku herdu welatan li ser ji holê rakirina çekên nukleerî ya li Nîvgira Kore û agirbesta dewamî li hev kirine.

Moon di hevdîtina Nîsana 2017’an de li ser daxwaza Kîm bi Kîm re dest bi dest gera bû û destpêkê çû sînorê Koreya Bakur piştre vegeriya sînorê Koreya Başûr.

Herdu lîder piştî civîna meha Nîsanê di 26’ê Gulanê de dîsan lihev civiyabûn û dest bi pêvajoya aşitiyê ya di navbera herdu welatan de kirin.

Lîderê herî dawî yê  Koreya Başûr ku çû Koreya Bakur  Kîm Dea-jûng di sala 2000 û sala 2007’an de Moo-hyûn bû.